Nêrîna xelkê ya li ser qedexekirina şano, bername û konserên Kurdî çi ye?

24-06-2023
Omer Sonmez
Nêrîna xelkê ya li ser qedexekirina şano, bername û konserên Kurdî çi ye?
Nêrîna xelkê ya li ser qedexekirina şano, bername û konserên Kurdî çi ye?
Nîşan Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi hatina demsala havînê re qedexekirina konser, festîval û çalakiyên hunerî dest pê kir. Sala par hejmareke zêde ya konser, festîval, şano û çalakiyên hunerî bi hincetên cuda ji aliyê Wezareta Navxwe, parêzgarî, qaymeqamî û şaredariyên partiya desthilatdar AK Partiyê ve hatibûn qedexekirin. Hejmareke zêde ya konserên hunermendên Kurd û lîstikên şanoyî yên Kurdî jî hatibûn betalkirin û qedexekirin.

Li Tirkiyê bi hatina havînê re wek sala par qedexekirina konser û festîvalan dest pê kir. Beşek ji qedexe û sînordarkirinên ji ber pandemiyê hîn jî dewam dikin. Mixalefet, desthilatê bi midaxeleya jiyana mirovan tawanbar dike.

Stranbêj Faruk Yildiz li ser qedexekirina çalakiyên hunerî got, “Muzîk tiştekî gerdûnî ye. Sedema qedexekirin û betalkirinê divê tiştekî pir cidî û rasyonel be. Ez biryara qedexekirinan rast nabînim. Bêguman li ser Kurdî zor û zext hene. Mixabin mijara Kurdî di bîrûbaweriya civaka Tirkiyê de hîn jî neguheriyaye.”

Esnaf Mustafa Yaman anî ziman, “Helbet divê konser neyên qedexekirin lê yên ku qedexeyê heq dikin jî divê bên qedexekirin. Divê hunermend zêde bi mijarên siyasî neyên rojevê.”

Xwendekar Mert Deniz li ser qedexeyan got, “Ev qedexe bi Koronayê re dest pê kirin lê niha berdewamiya qedexeyan tiştekî eletewş e. Yanî tiştekî gelekî eletewş e ku muzîk tê astengkirin.”

Di sala 2022an de hejmareke zêde ya konser, festîval û çalakiyên hunerî hatin qedexekirin. Çalakiyên hunerî yên bi Kurdî bi hinceta ‘propagandaya terorê’ tên qedexekirin.

Xanenişîn Yildiz Malaz anî ziman, “Ji van qedexe û astengiyan re mirov nikare bibêje demokrasî. Ez demokrasî û azadiyê dixwazim. Divê neyên qedexekirin, ez li dijî qedexeyan im.”

Xebatkar Omer Batmanî jî got, “Kêfa wan ji Kurmancan re nayê. Tim cudakariyê li me dikin. Ji ber ku em Kurd in û bi Kurdî diaxin em tim rastî qedexeyan tên.”

Şaredariyên AK Partiyî yên Bursayê û Denizliyê konserên hunermendên Tirk betal kirin. Li Stenbolê çalakiya Kurdî ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) “Çîrokên Xorasanê” hate qedexekirin. Li Tetwan a Bedlîsê jî lîstika şanoyî ya bi Kurdî “Hay lo Dîsa Tevlîhev Bû” hate qedexekirin. Sala par hejmareke zêde konser, festîval û lîstikên bi Kurdî hatibûn qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst