Li Muglayê agir bi daristanan ket: Cenazeyê kesekî hat dîtin

24-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Daristan Mugla
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Marmarîs a Muglayê agir bi daristanekê ket û tîmên agirvemirandinê ji bejayê û hewayê hewl didin agir vemirînin. Li daristana ku agir pêketiye cenazeyê kesekî şewitî hat dîtin.

Roja Înê 23ê Hezîrana 2023an li Taxa Sarinan a navçeya Marmarîsê ji ber sedemeke nediyar agir bi daristanê ket. Li ser agahdarkirinê tîmên Rêveberiya Daristanan, Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Muglayê û Şaredariya Marmarîsê ji bo vemirandina agir çûn cihê bûyerê.

Ji bejayê û hewayê hewla vemirandina agir tê dayîn, lê heta niha bi temamî nehatiye vemirandin. Tîm bi 9 helîkopter, 6 balafir û hejmareke zêde ya otomobîlên agirvemirandinê hewl didin agir vemirînin. Parêzgarê Muglayê ragihand ku agir hatiye kontrolkirin û tîman niha xebatên sarkirinê dane destpêkirin.

Li aliyê din li Taxa Sarina li nêzîkê cihê ku agir bi daristanê ketiye, termê kesekî şewitî hat dîtin. Hat ragihandin ku lêkolînên hêzên ewlekariyê li ser li wî termî berdewam in. Li gor zanyariyên  hatine belavkirin, termê hatiye dîtin ji aliyê kes an jî kesan ve hatiye kuştin û piştre termê wî şewitandine û agir jî ji ber vê yekê bi daristanê ketiye.

Salane li bajarên Tirkiyê yên herêma Deryaya Spî bi taybet Antalya û Muglayê di demsalên havînê de agir bi daristanan dikeve. Sala borî jî agirekî mezin bi daristanên herdû bajaran ketibû û bûbû sedema şewitîna bi hezaran donim daristan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst