Hewlêr (Rûdaw) - Ufuk Uras nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê ya nû nirxand û got “Bêyî HDPê pêvajoyeke wiha ne mumkûn e. Lê tevî vê yekê hem girtin berdewam dikin û hem jî doza girtina HDP’ê didome. Li aliyê din AK Partî bi razîkirina MHPê dikare hin gavan bavêje. Di nav vê de çi hene nayên zanîn. Dibe ku di 100 saliya komarê efûyeke giştî ya bi merc hebe.”
Di nav raya giştî de nîqaşên li ser pêvajoya çareseriyê ya nû berdewam in. Heta niha ji aliyê desthilatdariyê ve ti daxuyanî û nêrînek derbarê mijarê de nehatiye dayîn.
Parlamenterê berê yê HDPê û Mamosteyê Zanîngeha Stenbolê Ufuk Uras beşdarî Bultena Rûdawê ya taybet bo Bakur bû û di derbarê pêvajoya çareseriyê ya nû de bersiva pirsên Hêvîdar Zana da.
“Dibe ku di 100 sala komarê de efûyeke giştî derê”
Ufuk Uras di derbarê mijarê de wiha axivî “Pêvajoya nû nabe dubare ya pêvajoya berê. Tirkiye ketiye rewşeke hilbijartinê. Dibe ku di Gulana 2023’an de hilbijartin çêbibe û ji bo ku Erdogan bê hilbijartin pêwîstiya Kurdan bi dengan heye.
Bêyî HDPê pêvajoyeke wiha ne mumkûn e. Lê tevî vê yekê hem girtin berdewam dikin û hem jî doza girtina HDP’ê didome. Li aliyê din AK Partî bi razîkirina MHPê dikare hin gavan bavêje.
Di nav vê de çi hene nayên zanîn. Dibe ku di 100 saliya komarê efûyeke giştî ya bi merc hebe. Lê bi her awayî pêvajoyeke ku HDP tê de ne aktîv be ne mimkûn e.”
“Pêvajoya hevdîtina bi Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re dibe ku dest pê bike”
Uras li ser pirsa gelo axaftina li ser pêvajoya çareseriyê ya nû armanca parçekirina opozîsyonê ye yan na, wiha bersivand:
“Ji ber ku bingeha vî karî ev e, baweriyê nade. Rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û pêkanîna hevdîtinan bi ti hesabên siyasî re nayê girêdan. Jixwe ev mafekî bingehîn ê mirovan e. Dibe ku pêvajoya hevdîtina bi Abdullah Ocalan a bi malbat û parêzeran re dest pê bike.
Mirov dikare çaverê bike ku HDP piştgiriyê bide Tifaqa Milletê. Tifaqa Millet jî ji ber ÎYÎ Partiyê yek bi yek bi HDPê re hevdîtinan dike.
Uras der barê hevdîtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê Buldan û Sancar a li Edîrneyê ya bi Selahattîn Demîrtaş re jî got:
Yek ji sedemên girîng ên vê serdanê jî ew e ku AK Partî dixwaze di raya giştî de feraseta ku di navbera Ocalan, Demîrtaş û HDPê de cudabûnek heye bidin nîşandan. Bi serdana Buldan û Sancar re hat xwestin ku nîşan bidin ku ev ne wisa ye. Ji ber ku çi bê kirin dê bi rêya organên navendî yên HDPê biryar bê girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse