Erdogan: Divê îdam bê gotûbêjkirin

24-06-2022
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Îdam Marmaris Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Marmarîsê got “Ji bo kesê ku tê îdiakirin agir bi daristanê xistiyê re dibêjim dawiya wê digihîke kuderê, îdam be, bila îdam be. Divê ev bê nîqaşkirin û divê em li ser vê yekê berfirehtir bisekinin.”

Serokkomarê Tirkiyê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li firkaxaneya Dalamanê der barê şewata li daristana Marmarîsê ya ku dewam dike ji çapemeniyê re axivî.

Şewata ku li daristana navçeya Marmarîsa Mûglayê derket hewldanên vemirandinê ji bejayî û esman ve berdewam in.

Erdogan di derbarê şewata daristana Marmarîsê de ji Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Wezîrê Çandinî û Daristanê Vahît Kîrîşçî û pîlotan agahiyan wergirt.

Erdogan li wê derê axavtinek kir û got “Şewat bi piranî hatiye kontrolkirin. Badorê li 4 hezar hektarî kiriye.”

Erdogan wiha berdewam kir “Kêfxweşiya me beriya her tiştî ew e ku ti ziyanên canî û welatiyên winda nîne. Mi li cihekî bicûk hinek tiştan dît, ji xeynî vê hemd ji xwedê re ev kar bi piranî hatiye kontrolkirin. Înşallah em ê pirsgirêkên li vê herêmê bi xebatên çandina daran li vir tavilê çareser bikin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê duh daxuyaniyek dabû û tê de wiha ragihandibû “Gumanbarê bi navê S.A. yê ku di sala 1988an de ji dayik bûye sûcê xwe qebûl kir. Li cihê bûyerê 2 bîdonên benzînê hatin bidestxistin. Gumanbar got ku wî bûyerê ji ber dijminatiya bazirganî ya bi malbata xwe re pêk aniye. Heta diyar kir ku xwestiye xwe bikuje jî. Niha gumanbar hatiye desteserkirin.”

Soylu got jî “pêvajoyeke pêximkerî ya îdamê heye. Belê gotina wê ne xweş e. lê tiştek din heye. Divê bêberpirsiyarîyeke wisa ji xwe re cezayekî tund hebe.”

Herwiha Erdogan di axavtina xwe de piştgiriyê da daxuyaniya Soylu ya “cezayê îdamê”.

Serokkomarê Tirkiyê di derbarê mijarê de wiha got “Yê ku bûye sedema agir hatiye girtin. Ne tenê daristan ajel jî di van şewatan de ziyanê dibînin. Sultan Fatih dibêje `yê ku ji daristanên mi darek bibire ez dê stûyê wî jêbikim`.

Ji bo kesê ku tê îdiakirin agir bi daristanê xistiyê re dibêjim dawiya wê digihîke kuderê, îdam be, bila îdam be. Divê ev bê nîqaşkirin û divê em li ser vê yekê berfirehtir bisekinin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst