Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Aydinê ya Tirkiyê ji ber bahozê jineke bi navê Fatma Ayaydin a 78 salî canê xwe ji dest da.
Li navçeyên Nazillî û Kuyucak ên parêzgeha Aydinê ji ber bahozê banên xaniyan firiyan û ligel zerara maddî jinekê jî canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyan di demjimêrên doh êvarî de bahozeke bihêz çêbû ye û gelek banên xaniyan ku firiyane zerar dane otomobîlên welatiyan.
Herwiha tê gotin ku jina bi navê Fatma Ayaydin a 78 salî li Taxa Horsunlu ya navçeya Kuyucukê ji ber dîwarê bexçe bi ser de ketiye canê xwe ji dest daye.
Li navçeya Nazilli jî ji ber bahozê li taxên Turan, Arslanli, Çapahasan, Yildiztepe û Yeni banê xaniyan hilweşiyan, dar û stûnên elektrîkê jî ketin xwarê.
Li gor zanyariyan ji ber stun bi ser otomobîlan de ketine zerara maddî jî çêbûye.
Herwiha piştî bahozê tîmên şaredariyê dar, stûn û banên li derdor ketine kom kirin û derdor paqij kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse