Enqere (Rûdaw) – Endama Desteya Şanda Yekîtiya Ewropayê ya ji bo çavdêriya proseya hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku ti çavdêrekî wan li deverên sînorî tine ne, li ser sedema vê yekê jî diyar kir ku ew dever, deverên qedexekirî ne û çavdêrên wan ji ber sedemên ewlehiyê nikarin li wan deran pêvajoya dengdanê bişopînin.
Endama Desteya Şanda Yekîtiya Ewropayê Audrey Glover ku ji bo çavdêriya pêvajoya dengdanê hatine Tirkiyê, li Enqerê li ber binkeyeke dengdanê civîneke çapemeniyê pêk anî û ragihand: “Em ji 24ê Gulana îsal ve ji aliyê Wezareta Derve ya Tirkiyê ve hatine vexwendin, bû mehek em weke çavdêr li çend herêmên Tirkiyê belav bûne, me çavdêriya beriya hilbijartinan kir, çend roj beriya niha jî hinek çavdêr hatin Tirkiyê daku di 24ê Hezîranê de çavdêriya birêveçûna proseya hilbijartinên Tirkiyê bikin.”
Balyoza Rêxistina Asayiş û Hevkariyê ya li Ewropayê û çavdêrê ser bi wê rêxistinê ya li Tirkiyê Audrey Glover diyar kir: “Em mil bi mil, bi wan çavdêrên din ên ku ji bo pêvajoya hilbijartinan hatine hilbijartin, çavdêrî dikin. Çavdêrên me pêvajoya hilbijartinên li navxwe û derveyî welat dişopînin, piştre jî dê pêvajoya hejmartina dengan bişopînin.”
Çavdêra navdewletî ya hilbijartinên Serokomarî û Parlementoya Tirkiyê eşkere kir ku ew li gel civata parlementoyê û Encûmena Parlementoya Ewropayê kar dikin û sibe duşemê 25ê Hezîranê di saet 15:00an de dê civîneke çapemeniyê li dar bixin.
Li ser çavdêriya li deverên Riha û Pirsûsê Audrey Glover ragihand: “Ew der deverên qedexekirî ne, ji ber vê çavdêrên me nikarin biçin wan deveran û pêvajoya dengdanê bişopînin. Sedemên ewlehiyê hene, ji ber vê nikarin biçin wan deveran.”
Şanda Rêxistina Asayiş û Hevkariyê ya Ewropayê ji 370 kesan pêk tê ku di nav wan de çend parlementerên YekîtiyaEwropayê jî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse