Meral Akşener: Partiyên siyasî tenê li ser îradeya gel nikarin nîqaş bikin

Stenbol (Rûdaw) – Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener li Stenbolê dengê xwe da û ragihand, dibe ku gelek tişt bêne gotûbêjkirin di navbera aliyên siyasî de, lê tenê tiştek nikare were gotûbêjkirin ku ew jî bijardeya dengderan e ku di encama sindoqan de derdikeve.

 

Meral Akşener li Stenbolê piştî ku dengê xwe da ji rojnamevanan re diyar kir: “Ev hilbijartineke gelek ciyawaz bû, ku îro me dengê xwe da û xelk jî dengên xwe didin.”

 

Akşener hêviya xwe ya ji hilbijartinan anî ziman û got: “Em hêvîdar in ku Xwedayê mezin xêrê bigihîne vê hilbijartinê, dibe ku gelek tişt bêne gotûbêjkirin di navbera aliyên siyasî de, lê tenê tiştek nikare were gotûbêjkirin ku ew jî bijardeya dengderan e ku di encama sindoqan de derdikeve, ti kes nikare li hember vê nerazîbûna xwe nîşan bide.”

 

Seroka  ÎYÎ Partiyê herwiha got: “Tiştê herî giring jî îradeya azad e ku dengder hilbijartina xwe di wê çarçoveyê de didin û di encamên hilbijartinan de jî derdikevin. Em dixwazin ku dengder jî bi îradeyeke azad dengê xwe bidin, ji bo ku bi awayekî azad dengê xwe bidin çi ji destê me were emê bikin, em dibêjin bila ser xêrê be, Xwedê nede şermê.”

 

Îro 24ê Hezîranê di saet 08:00ê de proseya dengdana hilbijartinên Parlemento û Seroomariya Tirkiyê dest pê kir.