Çavuşoglu: Eger em ji Sûriyê vekişin dê pevçûn rû bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser daxuyaniya Wezîrê Dervê yê Sûriyê Feysel Mîqdad ya “Divê leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê vekişin” Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu wiha bersiv da “Bêyî li hev kirinek valakirina wan deran tê wateya pevçûnê. Pevçûn tê wateya barê zêde yê koçberiyê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê şertê Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad ê "Ji bo asayîkirinê divê leşkerên Tirk ji Sûriyê vekişin" daxuyanî da.

Çavuşoglu wiha axivî:

“Hûn dizanin rejîma Sûriyê car caran daxuyaniyan didin. Dibêjin divê Tirkiyê ji Sûriyê vekişe, vê yekê di civînan de jî tînin ziman. Niha wateya vekişîna me, tê wateya ku rêxistinên terorîst werin vê herêmê.

Hebûna me li vê derê rê li ber korîdora terorê ya li Sûriyê digire, di heman demê de me sînor yekparçeyiya axa Sûriyê xist bin garantiyê. Gefa sereke li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye, angoli herêma ku PKK/YPG lê ye. Eger niha em bi vî awayî ji Sûriyê vekişin, dê rêxistinên terorê li vê derê bicih bibin, dê wê derê teror tije bikin. Hatina terorê jî tê wateya guvaşa zêde ya koçberiyê. Ango bêyî li hev kirinek valakirina wan deran tê wateya şer. Şer tê wateya barê zêde yê koçberiyê.”

Daxuyaniya Feysel Mîqdad

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel El-Mîqdad gotibû "Heta ku Tirkiye ji Sûriyeyê venekişe, têkiliyên me dê asayî nebin."

Feysel Mîqdad di bernameyeke televîzyonî ku tê de beşdar bû ragihand “Şam dê têkiliyên xwe Tirkiyeya ku axa Sûriyê dagir kiriye re asayî neke.”

“Hevdîtina Esad-Erdogan girêdayî vekişîna Tirkiyê ya ji Sûriyê ye”

Wezîrê Derve yê Sûriyê Mîqdad dubare kir ku asayîkirina peywendiyên her du welatan bi vekişîna Tirkiyê ji Sûriyê ve girêdayî ye. Herwiha Mîqdad tekez kir ku hevdîtina Serokê Sûriyê Beşar Esed bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re "girêdayî vekişîna hêzên Tirkiyê ji xaka Sûriyê ye".

Li aliyê din Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hevpeyvîneke bi kanala CNN Internationalê re ragihand ku ti planeke wan a vekişîna ji Sûriyê nîne.