Sancar: Erdogan li Ukraynayê kevoka aştiyê lê li Rojhilata Navîn bazê şer e

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar di civîna grupa partiya xwe de axivî û got “Desthilata Tirkiyê bi hinceta endamtiya Swêd û Finlendiyayê dixwaze feraseta xwe ya şer li hemû cîhanê belav bike. li Ukraynayê kevoka aştiyê lê li Rojhilata Navîn bazê şer e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro 24ê Gulana 2022ê di civîna partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Sancar amaje bi wê yekê da ku Tirkiye dixwaze polîtîkayên xwe yên antîdemokratîk li welatê din û li hemû cîhanê belav bike û şert û mercên ku di bazariya endamtiya NATOyê de diyar kirine bi giştî girêdayî pirsa Kurd û demokrasiyê ne.

Hevserokê Giştî yê HDP Mithat Sancar wiha got “Qedexe, ceza, binpêkirina azadiyan bûne kiryarên rojane ên desthilatê. Stran û şanoyên Kurdî tên qedexekirin. Em rûbirûyê zihniyeteke ne ku bi çirava qedexeyan xwe li ser piyan digre. Ev desthilat dijminatiya Kurdan dike. Ev desthilat kor bûye û nabîne ku ev dijminatiyê çi anî serê desthilatên berî wê.

Dema van qedexeyan jî dike sîyaseta xwe ya şer bi gotinên yekbûna dewletê pêk tîne. Serokê AKPê doh ragihand ku dê operasyonên leşkerî yên herêmî zêdetir bibin. Çi helwesteke durû ye? Li Ukraynayê kevoka aştiyê lê li Tirkiye û Rojhilata Navîn bazê şer e. Ev polîtîkayên desthilatê bo gelên vî welatî û hewlên aştiyê gefeke mezin e.”