Bulent Arinç: Enflasyona ez dibînim ne wek a TUIKê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Bulent Arinç ku yek ji damezrênerên AKPê ye û demekê serokê parlamentoya Tirkiyê û çend postên din ên girîng wergirtine, derbarê rewşa aborî ya Tirkiyê de got, ev enflasyona ez li bazarê dibînim ne wek a TUIKê ye û ji ber vê jî egera hilbijartina pêşwext heye.

Bulent Arinç bo medya Tirkiyê derbarê mijarên di rojeva wî welatî de axivî û got, AKP wê di vê hilbijartinê de têk biçe ji ber ku kesekî ji AKPê razî nîne. Arinç got: “Bihabûna debara jiyanê hatiye astekê ku hemû beşên civakê jê xemgîn bibin. Ez diçim bazarê ew enflasyona ku ez li bazarê dibînim ne wek amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) ne. Ez tiştê dibînim dibêjim.”

Arinç derbarê rewşa aborî de amaje bi wê yekê dide ku ev rewş nikare demdirêj berdewam be û dibêje li Tirkiyê egera hilbijartina pêşwext heye. Arinç dibêje: “Pêkanîna hilbijartinê di roja hatiye diyarkirin de ne emrê Xwedê ye. Dikarin berî wê bi 3 meh û nîvan jî bikin. Ez bawer im dema ku bo Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) pêwîst e 2 an 3 meh in. Eger ev dem li ber çav bê girtin her dem hilbijartin dikare dibe.”

Li gor amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona Nîsanê bi rêjeya %7.25 zêde bûye û salane gehişte %69.97, lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, rêjeya enflasyona salane %156.86 e.