Li Antalyayê xwendekar ji ber stranên Kurdî rastî êrişa nijadperestan hatin

24-05-2022
RÛDAW
Nîşan Xwendekar Zanîngeha Akdenîzê Stranên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Antalyayê yê Tirkiyê xwendekarê Zanîngeha Akdenîzê ji ber stranên Kurdî rastî êrişa nijadperestan hatin

Însiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê ragihand ku ji ber xwendekaran li nav hewşa zanîngehê stranên Kurdî gotine û govend gerandine rûbirûyê êrîşa grupekê bûne.

Li gor dîmenên ku Însiyatîfa Xwendekarên Azad a Antalyayê li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kirine, li Zanîngeha Akdenizê grupekê êrîşî grupeke xwendekaran kiriye ku stranên Kurdî gotine û govend gerandine.

Însiyatîfa Xwendekaran derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje ewê wek xwendekarên welatparêz têkoşîna xwe berdewam bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst