Ozturk Turkdogan: Em dê bixwazin lêpirsîna îdîayên Peker bê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan li Tirkiyê (ÎHD) Ozturk Turkdogan ragihand ku divê dozger ji ber daxuyaniyên Sedat Peker ku wek serokê koma mafya tê nasîn ên tevbigere.

Hevserokê ÎHDê Ozturk Turkdogan ji Rûdawê têkildarî îdîayên Sedat Peker ên di derbarê kuştinan de axivî.

Ozturk  Turkdigan diyar kir ku ji ber eşkerekirina hinek cînayetên ji aliyê Sedat Peker ve, divê dozger bikevin tevgerê, lê bi gotina Turkdogan ji ber sedema ku erka lêpirsîna tawanên organîzekirî bi Wezareta Derve re girêdaye, ji bo vê yekê doz li dijî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu nayê vekirin.

Turkdogan, bal kişand ser biryara ji nû ve darizandinê  ya JÎTEMê ya li Enqerê û diyar kir ku wan bûyerên kuştinê yên bi destên kesên nenas ve ji nêz ve şopandine û daxuyaniyên herî dawî yên Sedat Peker ji bo rastî û delîlan girîng in.

Ozturk Turkdogan kuştina rojnamevan Kutlu Adalî û Ugur Mumcu bibîr xist û got ku divê lêpirsîn derbarê wan kuştuna wan de were destpêkirin û wiha pê de çû: “

“Daxuyaniyên Sedat Peker ji bo me ne surprîzek e. Lê rastiyên nû derdikevin holê. Ew rastiyên nû vedibêje. Me berê dizanî çi çi ye, lê em ji aliyê rastiyan ve tiştên girîng dibêje, em bi baldarî temaşe dikin, ji ber ku ew nîşanan dide ku gelek bûyerên tarî yên Tirkiyê di salên 90an û heta îro dikarin bêne ronîkirin. Di vê rewşê de, em dê wekî parêzvanên mafên mirovan lêpirsînê bixwazin. Em dê bixwazin ku ev îdia bi cidî werin lêkolînkirin.”

Turkdogan diyar kir ku Sedat Peker delîlên nû nîşan dide ku dê di doza JITEMê de Mehmet Agar û bergumanên din  bêne cezakirin û got: “Li vir, yek ji wan dozan doza  JITEMê ya Enqerê ye. Doza kuştina 19 kesan e. Mehmet Agar jî di nav de 18 bersûc hene. Ew ji ber kuştina karsaz, parêzer û karbidestên giştî yên ku li Enqere û derdora wê hatin darizandin û lê piştre beraet kirin. Lê wek hûn jî dizanin ku di dawiya hefteyê de Dadgeha Herêmî ya Îdarî ev doz hilweşand û niha dadgeh dê dîsa were kirin. Dibe ku bi delîlên  Sedat Peker ceza bide van kesan.”

Hevserokê ÎHDê amaje bi wê yekê kir ku  Peker di derbarê Suleyma Soylu de jî îdîayên cidî dike û wiha pê de çû: “Hikûmet heya niha bêdeng e. Wezîrê Navxwe çend cara parastina xwe kir; lê li wir tiştek bala me kişand: Wezareta Navxweyî di têkoşîna li dijî tawanên organîze de hemû înîsiyatî li xwe girtiye. Dozgerên Komarê bêyî erêkirina Wezareta Navxwe nikarin lêpirsînan bikin. Wê demê divê em vê bipirsin: Birêz Wezîr, heta tu li ser wî kursî bî, kîjan dozger dikare lêpirsînê derbarê de bike? Jixwee, heya ku parêzbendî neyê rakirin, ti kes nikare lêpirsîn li dijî wezîr bide destpêkirin.”