Ji bo hevdîtina li gel Ocalan serlêdan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku li zindana Îmraliyê girtî ye, îro ji bo ku hevdîtinê pê re bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Li gor agahiyan, çar parêzerên Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç, Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal û Serbay Koklu îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dane û daxwaza hevdîtina bi wî re kirine.

Hêj nayê zanîn ku bersiva Serdozgeriya Komarê ya Bursayê li ser serlêdana îro ya parêzerên Ocalan çî ye, lê ji Îlona 2019an ve heta niha tevahiya serlêdanên bo hevdîtiba bi rêberê PKKê yê girtî re hatine redkirin.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji sala 1999an ve girtî ye û li girava Îmraliyê di zinanê de ye.

Roja 4ê Gulanê jî çar parêzerên Ocalan ên bi navê Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Raziye Ozturk, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn û daxwaza hevdîtina bi muwekilê xwe re kiribûn, lê daxwaza wan hatibû redkirin.

Herî dawî parêzerên Ocalan di 7ê Tebaxa 2019an de karîbûn serdana Abdullah Ocalan li zindana Îmraliyê bikin û ji hingê ve heya niha rê bi hevdîtinên li gel Ocalan nehatiye dan.

Abdullah Ocalan herî dawîn di 25ê Adara îsal de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû.

Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, herî dawî karîbûn piştî 8 salan di 2-22ê Gulana 2019, di 12-18ê Hezîrana 2019an û di 7’ê Tebaxa 2019an de, hevdîtinê bi Ocalan re bikin û ji wê demê şûnde bersiva serlêdanên ji bo hevdîtina wî nayê dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Bursayê bi hinceta 'nexşerêya' ku Abdullah Ocalan sala 2019'an ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê weke parêzname amade kir, di 23ê Îlona 2020an de ji bo 6 mehan hevdîtina Ocalan bi parêzerên wî re qedexe kiribû.

Tevî ku ew qedexe di 23ê Adarê de bi dawî bû, lê hikûmeta Tirkiyê hêj serlêdanên ji bo hevdîtina li gel Ocalan qebûl nake û rê nade ti kes biçe hevdîtina wî.