Li Edene, Şirnex û Dêrsimê 18 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Di operasyoneke hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê de li bajarê Edenê li başûrê wî welatî 18 endam û alîgirên HDP û DBP bi tometa “endambûn û alîkariya PKK û KCKê” hatin desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, îro 24ê Gulanê li ser raspardeya Dozgerê Giştî yê Edenê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li sê parêzgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê operasyoneke hevdem bo desteserkirina 20 kesan destpê kirin.

Di çarçoveya operasyonê de ku navendê wê li bajarê Edenê bûye û li herdu parêzgehên Şirnex û Dêrsim ên Bakurê Kurdistanê jî hatiye encamdan, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê bi ser 20 navnîşanan de girtin û 18 kes desteser kirine.

Li gor zanyariyan, hêzên ewlekariyê di serdegirtina malan de derî şikandine û bi zorê derbasî nav malan bûne û lêgerîn pêk anîne û 20 kes ji endam û alîgirên HDP û DBPê desteser kirine.

Li gor çavkaniyên nêzîk li HDPê, Berpirsê Rêxistinên HDPê li Edenê Mehmet Yaşik, endamên Desteya Rêveber a Komeleya Hevahengî ligel Kesûkarên Girtiyan (TUYADER) Mehmet Tutuş, Cegerxwîn Guven, Şînda Erol û Bêrîtan Ozbey di nava kesên desteserkirî de ne.

Medyayên Tirkiyeyê belav kirine, kesên ku li dijî wan biryara desteserkirinê hatiye derxistin, ser bi Meclîsa Ciwanan a HDPê ve ne û bi “şewitandina wesayîtan, daliqandina pankartan, avêtina teqemeniyên bi destan çêkirî, avêtina kokteylmolotof û encamdana çalakiyên neqanûnî” hatine tometbarkirin.