ROJEVA RAGIHANDINÊ - Yekemîn lûtke bo mirovahiyê

24-05-2016
RÛDAW
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Mijara sereke ya îro medyaya Tirkiyê ûtkeya Mirovî ya Cîhanê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê organîzekirin e. Lûtkeyê duh dest pê kir û dê îro heya êvarî bidome. Saziyên piştgir bi panêl û kolbendan amadekariyên xwe didomînin.


HURRIYET


Bazara li ser Reqayê...
Spserbazê Centkomê yê Amerîkanî  Joseph Votel ji nişka ve rêya xwe binAnqara xist. Di serdanê de rojev mijara sereke operasyona binser Teqa de bû. Votel. Berî were Anqara Votel li bakûrê Sûrî li bel YPG û hêzên demokratîk hevditin pêk anibûn.


SABAH


Emê qet deriyên xwe li ber kesî negrin..
Erdogan di Lûtkeya Mirovî de bi serbilindî ji hemû serekdewletan re got, we divê npbila ji Sûrî we divê bila ji Iraqê bên, emê ti carî derê xwe li ber xelkê mexdûr negrin. Lê êdî divê hemû welat bi awayekî destê xwe bidin bin vî barî. Heta niha ev bar bi tenê li ser milê çendek dewletan maye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, Divê rêçareyek peyda bibe ji bo derbederên ji mal û halê xwe. Serokwezîrê Yûnanîstan Çîpras dilxweşiya xwe anî zimên li ser rêkeftina penaberan. Serokwezîrê Azerbeycan Heyder Elîyev ji bo mexdûrên Qerebaxê doza 6 milyar dolar kir.


MILLIYET


Yekemîn lûtke bo mirovahiyê...
Rewşa neçarên li dinyayê ev e; 125 milyon kes muhtacî harîkariyê ne, 60 milyon kes mexdûrê şer in, 21 milyon penaber û bê war hene, harîkarên herî mezin Tirkiye Amerîka û Brîtanya ne heta niha.


- Di operasyona pêr de ku Yûnûs Durmazê DAIŞî kuştî bi dest ket li Entabê li gor agahiyên asayîşê bi vê yekê rê hate girtin li hember êrîşên DAIŞiyan ku plankirî bûn ji bo Kongreya Mirovî li Stembolê, binkeya HDPê li Stembolê, rojnameya Cûmhuriyetê , pîrozbahiyên 19ê Gulanê, kongreya AKPê û yariya di navbera Fenerbahçe û Galatasaray de.

CUMHURIYET


Dirançûrr vegeriyan...
Ew kesên tometbarkirî bi gendeliyê û yên ku çêr û pêçarî ji ser zar û zimanên wan nedihatin xwarê, di kongreya dawî de vegeriyan ciyê xwe yê di rêveberiya navendî ya AKPê de. Gul û Arinc nehatin mongreyê, Mewlûd Çawûşoglû, Nîhat Zeybekçî, Farûq Çelîk û Receb Akdag li derveyî kabîneyê man.


- Rexneyên li ser CHPê berdewam in ku ji bo çi herêkirin da bi rakirina parêzbendiyan. Kilicdaroglû, li ser hizra xwe ma û got li gel ku  herî zêde li ser navê wî gilîname hene jî  nedibû ku bihêle referandûm pêk were lewra dê welêt ji hev bûbûya du beş.
- Amerîka ji bo Anqara qani bike li ser operasyona Reqayê Votel şand Tirkiye. Amerîka ji bo Reqa bi şûnde bê wergirtin dê li bel PYD tevbigere û dixwaze diltengiya Anqara ya derbarê vê yekê de bertaraf bike.


YENÎ ŞAFAK


Lûtkeya hêviyê...
Tirkiye van sê salên dawî ji ber ku sêyemîn welat bû herî zêde harîkarî kir bi mexdûran kir, ev lûtke lê pêk hat.


Di lûtkeyê de Merkel û Erdogan demeke kurt li hev civiyan, li ser rewşa vîzeyan li hev kirin ku Merkerl li gel welatên Yekîtiyê bide bistîne da ku mercên li hember têkoşîna dij bi terorê wek şert li hember Tirkiye hinekî sist bikin.


- DAIŞ gef li welatên Awrûpa xwar. Di banga xwe de ji endamên xwe yên Awrûpa xwest ku di meha Remezanê de li nîvê dilê wan bidin.


-Esnafên Sûrê bi ser şanda HDPê de qîjiyan ku bo çi niha tên serdana wan.
- Bînalî Yikdirim îro saet 10.00 kabîneya xwe ya nû pêşkêşî Serokkomar Erdogan dike..


TARAF


Ji Kobanê berev Enqere...
Serfermandeyê hêza leşkerî ya Amerîka Votel piştî serdana xwe ya Rojava hate Enqere ku ji bo operasyona Reqayê li hev bikin lê nayê payîn ku Enqere piştgiriya vê operasyonê ji ber ku YPG wek terorîst dibîne.


AKŞAM


Daxwaza Almanya ji bo ku li încîrlikê binkeyeke leşkerî bo xwe dabîn bike hate redkirin.Almanya ji avakirina pîsta balafirran heta bi avakirina binkeyê dixwest hemû tiştî bi xwe bike lê Tirkiye bi hinceta ku li Încîrlîkê têra xwe hêza wê heye li gel 6 jet û 200 leşkeran got ev pêwist nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst