Kozakçioglu di temeniyê 75 saliyê de xwe întihar kir

24-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw/Ajans) - Parêzgarê Herêmên Rewşa Awarte (OHAL) Xeyrî Kozakçioglu di mala xwe de mirî hat dîtin.

Duh Xeyrî Kozakçioglu (75) li mala xwe ya Sariyer a Reşîdpaşa ya Stenbolê bi çeka ku ayidê wî bû guleyek li dilê xwe daye û miriye.

Hat diyar kirin ku dema Kozakçioglu xwe kuştiye hevjîna wî jî li mal bûye. Keça wî li derdora malê bû û çawa xebera mirina bavê xwe girt, agahî da polîsan û polis jî bi lez hatin û li dora malê tedbîrên ewlekariyê girtin.

Xeyrî Kozakçioglu her tim navê wî bi tawanên wekî îşkence, bûyerên kujer nediyar, kuştina bê dadgeh, valakirin û şewtandina bi hezaran gundên li bakûrê Kurdistanê, revandina mirovan û çetetiyî tê bi bîr xistin.

Kozakçioglu li sala 1938an li bajarokê Alaşehîr ê Manîsayê jidayikbûye. Dibistana seretayî û navîn li Alaşehîr û amadeyî li Îzmîrê xwendiye. Di 1955an de diplomeya Amadeyî ya Ataturt a Îzmîrê stand û piştre zanîngeha zanistên siyasî qedand.

Di 12ê Çileya 1987an de ji bo Walitiya Amedê hat erkdarkirin. Dema ev peywir dimeşand, 12ê çileya 1987an wek parêzgerê herêma rewşa awarte OHALê hat dayîkirin.

Dema Xeyrî Kozakçioglu parêzgerê OHALê bû, birpirsê valakirina bi hezaran gundên bakûrê Kurdistanê bû û tevî sala 2007an ji rojnameya Zaman re gotibû ew kiryar ne di ciyê xwe de bûn.

Xeyrî Kozakçioglu di hevpeyvîna ligel rojnameya Zaman a Tirkiyê de diyar kiribû têkilî û hevkariya wan bi tevgera Hizbulaha Tirkiyê re hebû. Tê gotin ku fermana kuştina rewşenbîrê kurd ê navdar Mûsa Anter (Apê Mûsa) ji aliyê Kazikçioglu ve hatibû dayîn. Îtirafkarekê diyar kiriye ku fermana kuştina Apê Mûsa ji aliyê Kazikçioglu ve hatiye dayîn.

Xeyrî Kozakçioglu, wekî berpirsê operesyonên salên 90î li dijî tevgera DEV-SOL a çepgir çêbûyî û berpirsê gelek kuştinên bê dadgeh bû. 

Dema waliyê Stenbolê bû hat îdiakirin ku 2 mîlyar lîre daniye ser hesabê xwe. Serokê Partiya Riya Rast (DYP) Suleyman Demîrel diyar kiribû pere ji bo têkoşîna li hemberî terorê hatiye dayîn, lê ger bê eşkerekirin ji bo çi hatiye xerckirin dê dewlet bikeve tengasiyê. 

Dema navê Xeyrî Kozakçioglu tê gotin, bi hezaran gundên hatine valakirin, şewitandin, lidarxistina sîstema cerdevaniyê, şerê kurdan yê navxweyî, bûyerên kujerên nenas, kuştinên bê dadgeh û çeteyetî tên bi bîr xistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst