Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi mirina ciwanên Kurd û Tirk nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got, “Pêdiviya vî welatî bi mirina ciwanên Kurd û Tirk nîne.”

Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, li Enqereyê li navenda giştî ya partiyê bi hevşaredaran re civiyan.

“Zîhniyeta qeyûmperest winda kir”

Bakirhan, diyar kir DEM Partiyê di hilbijartinên 31ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xistiye û got:

“Ev îrade jî îradeya aştî, demokrasî û azadiyan e.

Em dê bi hev re xwedî li vê îradeyê derkevin. Zîhniyeta qeyûmperest winda kir.

AKP û MHP cara ewli piştî serkeftina DEM Partiyê rastî têkçûneke mezin hatin.

Em bangî desthilat û mixalefetê dikin ku encamên hilbijartinê rast binirxînin.

Divê ev îradeye esas were girtin û di serî de pirsa Kurd bê çareserkirin.

Me gotibû ‘Yên meseleya Kurd çareser nekin dê têk biçin’ û wiha bû.”

“Dixwazin têkçûna xwe bincilik bikin”

Tuncer Bakirhan diyar kir ku desthilat hîn jî operasyonan dike û berdewam kir.

“Desthilatê peyama gel a 31ê Adarê fêhm nekir û niha ji bo destûra şer bistîne welat bi welat digere.

Hêviya wan hîn jî operasyonên leşkerî ne. Ev rê û rêbaz bi dehan caran hatin ceribandin lê encamek ji wan derneket.

Dixwazin têkçûna xwe ya hilbijartinê bi rijandina xwîn û rondikan bincilik bikin.

Bi sedan operasyonên leşkerî hatin kirin encama wan nebû. Pêdiviya vî welatî bi mirina ciwanên Kurd û Tirk nîne.

“Heke aştî bê dê hinek tune bibin”

Pêdivî bi mitabeqeteke mezin a civakî û çareserkirina pirsa Kurd a bi rêyên demokratîk heye.

Heke aştî bê dê hinek tune bibin. Ji ber vê jî serî li şer, gef û tundiyê didin.

Piştî her hilbijartinê tiliya xwe li me dihejînin lê em careke din dibêjin, ‘Êdî dema siyaseta girtinê û gefan qediyaye.

Me tu carî serî li ber van gef û şantajan serî netewand û dê netewînin.

Em careke din dibêjin ku em bi biryar in ku aştî û demokrasiyê bînin vî welatî.”

Bakirhan salvegera 109an a komkujiya Ermeniya jî bi bîr anî û diyar kir ku divê dewlet rûbirûyî rastiyan bibe.