PAK: Em jenosîda Ermeniyan şermezar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bûyerên 1915an ên dijî Ermeniyan şermezar kir û ragihand ku b“Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir."

PAKê bi daxuyaniyekê bûyerên 1915an ên dijî Ermeniyan şermezar kir û ragihand: “Dewleta Osmanî di sala 1915an de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir. Jenosîda Ermeniyan jenosîdeke mezin e di nav jenosîdên di cîhanê de.”

Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin: “Jenosîda Ermeniyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî bi awayekî plan kirî hatiye kirin. Em di 108êmîn salvegera jenosîda Ermeniyan de careke din Dewleta Osmanî û Îttihat Terakî  bi tundî rûreş dikin.” 

Li gorî dîrokzanan Dewleta Osmanî di sala 1915a da, di nava hengameya Şerê Cîhanê yê Yekê de li Tirkiyê û Kurdistanê di navbera salên 1915 û 1918a de herî kêm 1, 5 ermenî kuştine û bi sedhezaran ermenî jî bi darê zorê ji cî û warên wan tehcîr kirine.

Tê gotin di 24ê nîsana 1915a da Dewleta Osmanî dest bi “komkujiya miletê ermenî” kir û levma 24ê nîsanê wek “roja jenosîda, komkujiya ermeniyan” tê qebûlkirin û ev yek heta niha ji aliyê gelek welatên ewropî ve jî bi awayekî fermî hatiye qebûlkirin.