Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna roja hilbijartinên serokkomariyê û parlamentoya Tirkiyê re propagandeya partiyan jî germtir bûye. Aliyên siyasî hevdû bi zimanekî tûnd rexne dikin û bi alîkariya PKKê hevdû tohmetbar dikin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê ku ji bo hilbijartinên 14ê Gulanê berbijêrê AK Partiyê yê bazneya Kayseriyê ye, di wê baweriyê de ye dengdana bo Hevpeymaniya Millet tê wateya jidestdana destkeftên Komara Tirkiyê.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar “Ew, serokê rêxistina terorê azad dikin. Ew, wan wêrek dikin. Dixwazin hêzên çekdar ji Iraqê vekişînin, ew dixwazin hêzên çekdar ji Sûriyê vekişînin. Di pêşiya otobûsê de jî PKK û YPG siwar bûne. Di navê de HDPyî û li pişt jî Hevpeymaniya Millet. Hemû di nav heman otobûsê de ne.”
Akşener ku piştî ji MHPê cûda bû IYI Partî damezrand, partiya wê beşek ji Hevpeymaniya Millet e.
Roja Yekşemê li bajarê Konyayê bersiva wan tohmetan da, ku serokkomar û hevpeymanên wî dixin stoyê Hevpeymaniya Millet û bi wê yekê tohmetbar dikin ku qaşo ji bo xatirê hilbijartinê destê xwe xistine nav destê PKKê.
Seroka IYI Partiyê Meral Akşener “Birayê Recep, tu her li ser bêbextiyan berdewam î, ev guneh e. Di vî destê te de destê PKKê heye, di destê din jî Hizbûllah heye. Di her du destên te de rêxistinên terrorist hene. Ji bo me PKK rêxistineke terorê ye, lê kujerên Konca Kurîş û Gaffar Okan jî bo me terorîst in.”
Ew herdu kesên Akşener behsa wan dike, tê gotin ku di salên notî de ji aliyê Hizbûllah ve katine kuştin ku HUDA-Par wek berdewamiya Hizbûllah tê zanîn, herçiqas Huda-Par vê yekê red dike.
Deshilat û opozîsyon vê hilbijartinê wek referandûma guhertina sîstemê li Tirkiyê dibînin ku kêmtirî 20 roj mane.
Neragihandina piştgiriya HDPê bo berbijêrê serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu guvaşên ser wê hevpeymaniyê zêdetir kirine.
Desthilat propagandeya wê yekê dike ku Qendîl bi rêya HDPê opozîsyona Tirkiyê beralî dike, lê opozîsyon jî vê yekê red dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse