20 roj man: Hemû hûrguliyên hilbijartinên 14ê Gulanê

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijartinên parlamenterî û serokkomariyê yên Tirkiyê dê 14ê Gulana 2023an bên kirin. Bi tevahî dê li 195 hezar û 705 sindoqan 64 milyon û 191 hezar û 285 kes deng bidin.

Di hilbijartinên piştî 20 roj din li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bên kirin de, dê serokomar û parlamenterên nû bên diyarkirin.

Li gor tîrûpişka ku Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê Di pisûleya dengdana 14ê Gulanê ya hilbijartina serokkomariya Tirkiyê de rêza berbijêran wiha ye: Yekem Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan, duyem Berbijêrê Partiya Memleket Muharrem Înce, sêyem berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û çarem jî Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sinan Ogan e.

24 partiyên siyasî û 151 namzedên serbixwe yên parlamenteriyê li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê bikevin Hilbijartina Giştî ya Parlamentoyê.

5 hevpeyman beşdarî hilbijartinan dibin

Hin partiyên siyasî biryar dan ku di bin navê hevpeymaniyên weke “Cumhur”, “Milet”, “Ata”, “Ked û Azadî” û “Yekîtiya Hêza Sosyalîst” de beşdarî hilbijartinan bibin.

Di vê çarçoveyê de AK Partî, MHP, BBP û Partiya Refahê di bin navê “Hevpeymaniya Cumhurl” de beşdarî hilbijartinê dibin.

"Hevpeymaniya Milet" ji CHP, IYI Partî, Partiya Saadetê, Partiya Pêşerojê, Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) û Partiya Demokrat pêk tê.

Partiya Çep a Kesk ku li cihê HDPê beşdarî hilbijartinê dibe û Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) di bin navê "Hevpeymaniya Ked û Azadiyê" de beşdarî hilbijartina dibin.

Partiya Zafer û Partiya Adaletê di bin navê Hevpeymaniya Ata de, Partiya Komunîst a Tirkiyê, Tevgera Komunîst a Tirkiyê û Partiya Çep jî di bin navê “Yekîtiya Hêza Sosyalîst” de cih digirin.

Bi giştî 87 herêmên hilbijartinan hene

AK Partî, BBP, Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR), Partiya Rizgariya Gel, Partiya Welat, Partiya Memleket, MHP, Partiya Çep, Tevgera Komunîst a Tirkiyeyê, Partiya Komunîst a Tirkiyeyê, Partiya Vatan, Partiya Refahê, Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep li 87 herêman beşdarî hilbijartinan dibin.

CHP li 80 herêman, ÎYÎ Partî 78, Partiya Zafer 75, Partiya Nûjen 74, Partiya Genç 72, Partiya Adalet  67, Partiya Anavatan 63, Partiya Yekîtiya Hêzê 59, Partiya Karkerên Tirkiyê 55, Partiya Rêya Millî 49, Partiya Yekîtiya Adaletê 47 herêman beşdarî hilbijartina dibe.

191 hezar û 884 sindoq dê bên danî

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dê 191 hezar û 884 sindoqên dengdayînê bên danîn.

Bi giştî 64 milyon û 113 hezar û 941 dengdêr dê li Tirkiye û dervey Tirkiyê dengê xwe bidin. Li nav Tirkiyê 4 milyon û 904 hezar û 672 dengdêr dê bo cara ewil dengê xwe bidin. Hejmara dengdêrên di girtîgehê de girtî û ji sûcên îhmalkariyê tên mehkûmkirin 53 hezar û 172 kes in.

Dengdêrên li parêzgehên ku ji ber erdheja Mereşê koç kirine, navnîşanên veguhestine dê li cihê ku bicih bûne dengê xwe bikar bînin. Nêzîkî 133 hezar dengdêran ji herêma erdhejê qeydên wan derbasî parêzgehên din hatin kirin.

Hilbijartina li derveyî welat

Li 75 welatan û 154 cihên nûnertiyê,  komîteyên sindoqên dengdanê hatin avakirin.

Li deriyên gumrikê û nûnertiyên derve dengdan dê roja Pêncşemê 27ê Nîsana 2023an  dest pê bike. Dengdana li deriyên gumrikê 14ê Gulana 2023an roja Yekşemê saet 17.00an bi dawî dibe. Dengdana li nûnertiyên biyanî dê di 9ê Gulanê de bi dawî bibe

Li gumrikan jî 4 hezar û 671 sindoqên gumrikê hatin danîn. Li derveyî welat 3 milyon û 416 hezar û 98 dengdêr dê dengê xwe bidin. Hejmara dengdêrên ku dê cara ewil dengên xwe li derve bidin 277 hezar û 646 kes in.

Saetên dengdanê 08.00-17.00

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê saetên dengdanê dê di navbera 08:00-17:00an de be. Eger tevî ku dema dengdanê xilas bibe û dengdêr li ser sindoqê li bendê bin ku dengên xwe bidin, serokê lijneya sindoqan piştî hejmartina dengdêran û wergirtina nasnameyan dê bi dorê rê bide wan ku dengên xwe bidin. Dema dengdêr diçin ser sindoqan divê nasnameya wan a fermî ligel wan be.

Di kîjan rewşan de dê deng bişewitin?

Dengdêr dê ji bo serokkomar û parlamenteran du pisûleyên cuda yên hilbijartinan bixin nav heman zerfê û bixin nav sindoqê. Pêşî dê hejmartin û tomarkirina pisûleyên hilbijartina serokomariyê bê kirin.

Ji herdu pisûlayên yek bi bişewitî ji zerfê derketine, hewca nake ya din weke şewitî bê qebûlkirin.

Eger mohra "Erê" an "Tercîh" li ser ji yekê zêdetir li ser hevpeymanan hebe ew deng dê neyê qebûlkirin.

Çirandina kaxeza dengdanê, ji xeynî mohr û an jî li şûna mohr, çi nîşan, nav, mohr an jî şopa tilîka taybet li ser dengdanê bê çapkirin, dê neyê qebûlkirin.

Pêvajoya teqwîma hilbijartinê

Lîsteya teqez ya berbijêrên parlamentoyê ji aliyê YSK'ê ve di 19'ê Nîsanê de hat eşkerekirin. Pêvajoya pêşerojê ya salnameya hilbijartinê dê wiha bimeşe:

27ê Nînsanê: Pêvajoya dengdanê li derve dê li deriyên gumrikê dest pê bike.

4ê Gulanê: Azadiya propagandayê û hin qedexeyên hilbijartinê dê dest pê bikin.

7ê Gulanê: Axaftinên propagandaya radyo û televîzyonê dê dest pê bikin. Dabeşkirina kaxazên agahdariya dengdêran dê bi dawî bibe.

9ê Gulanê: Dengdana li derve dê bi dawî bibe.

13ê Gulanê: Pêvajoya propagandaya hilbijartinê dê saet 18:00 bi dawî bibe.

14ê Gulanê: Roja dengdanê ye. Qedexeyên hilbijartinê dê saet 24.00an bi dawî bibe. Encamên demkî yên hilbijartina serokomariyê dê heta saet 23:59an bên eşkerekirin.

Eger hilbijartina serokomariyê bo tûra duyem bimîne

Eger di dengdana yekem de ti berbijerek dengên pêwîst nekare werbigire, teqwîma hilbijartina duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê ya ku dê di 28ê Gulanê de were kirin wiha dibe:

15ê Gulanê: Heyama propagandayê dê dest pê bike. Dema îtîrazên lijneyên hilbijartinê yên navçeyan a li dijî biryar û protokolên sindoqan dê saet 17.00an bi dawî bibe û herî dereng heta saet 23.59an dê lijneyên hilbijartinê yên navçeyan biryarê bidin.

16ê Gulanê: Dema îtiraza lijneya hilbijartinan a li dijî biryarên lijneya hilbijartinê ya navçeyan û protokola yekbûnê wê saet 17.00an bi dawî bibe û herî dereng heta saet 23.59an ji aliyê lijneyên hilbijartinê yên parêzgehan ve dê îtîraz bên çareserkirin.

19ê Gulanê: Encamên dawî yên hilbijartinê dê ji aliyê YSKê ve ji rayedarên peywendîdar re bê şandin û di Rojnameya Fermî, radyo û televîzyonê de bên eşkerekirin.

20ê Gulanê: Dengdan dê li deriyên gumrikê û li dervey welat dest pê bike.

24ê Gulanê: Dengdana li dervey welat dê bi dawî bibe. Axaftina propagandaya radyo û televîzyonê dê dest pê bike.

27ê Gulanê: Dema propagandaya hilbijartinê saet 18:00 bi dawî dibe.

28ê Gulanê: Roja dengdanê ye.

29ê Gulanê: Encamên demkî yên hilbijartina serokomariyê dê bên eşkerekirin. Heyama îtîrazê ya ku ji bo lijneyên hilbijartinê yên navçeyan a li dijî biryar û protokolên lijneyên sindoqan bê kirin, dê saet di 17.00 de bi dawî bibe û îtîraz jî dê herî dereng heta saet 23.59an ji aliyê lijneyên hilbijartinê yên navçeyan ve bên çareserkirin.

1ê Hezîranê: Encamên dawî yên hilbijartinê dê ji aliyê YSKê ve ji rayedarên peywendîdar re bên şandin û di Rojnameya Fermî, radyo û televîzyonê de bên eşkerekirin.