Li nav kolanê pevçûn: Zarokek di hembêza dayika xwe de mir û 7 kes birîndar bûn

24-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Seyhan a Edeneyê di encama şerê çekdarî de zarokek di hembêza dayîka xwe de jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn. Ji bo kesên tevlî şer bûne bên girtin operasyon hat destpêkirin.

Li Edeneyê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de, guleyek zarokek ku di hembêza dayîka xwe de bû ket û canê xwe ji dest da û 7 kesên din jî birîndar bûn.

Li Taxa Gulbahçesî ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê di navbera her du komên ku tê îdiakirin dijminatiyê wan hebûye de şer derket.

Di şerê ku çek hatin bikaranîn de, guleyek li zaroka dayîka ku bi wê derê derbas dibû de ket. Ji bilê wê zarokê 7 kesên din jî birîndar bûn

Zarok û 7 kesên birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin. Zaroka birîndar tevî mudaxeleya bijîşkan ji mirinê rizgar nebû.

Tîmên polîsan ji bo girtina gumanbaran operasyon da destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst