Kiliçdaroglu erka Îmamoglu û Yavaş eşkere kir

24-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu Ekrem Îmamoglu Mansur Yavaş Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Milet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser medyaya civakî videoyek xwe ya ligel Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu belav kir.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di videoya ku bi sernava "mêrxasên min" belav kiriye de, eger di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi ser bikevin, erkên her du şaredarên Stenbol û Enqerê hatin eşkerekirin.

Derbarê erkên Îmamoglu û Yavaş dde Kiliçdaroglu dibêje: “(Îmamoglu) Dê berî karesatek rû bide Tirkiyê ji wê rewşê re amade bike. Erka Yavaş jî bi polîtîkayên civakî xurtkirina aboriya malê û têkoşîna li dijî xizaniyê bi sîgortaya piştgiriya malbatê heta îstîhdama jinan, bi pêşketinên teknolojîk ên ku dê Tirkiyeyê bi pêş bixin û xurt bikin be.

Kiliçdaroglu dibêje: “Gelê min ê hêja, îro ez ligel cîgirên xwe yên serokomariyê bi we re diaxifim. Serok Ekrem li milê min ê çepê ye, Serok Mansur li milê min ê rastê ye. Werin em guh nedin bûyerên rojên dawî. Em karê xwe dikin, li wan nenêrin. Rojeva vî welatî nabe bibe provokasyon. Hûn dizanin di rojeva gelê me de çi heye? Pirsgirêkên aborî hene, şewat li mitbaxan heye. Pirsgirêka kirê heye. Her wiha erdhej û lehî jî hene. Egera rûdana hinek karestan li welatê me hene û dibe ku biqewimin... Ji ber vê yekê hewcedariya me bi avahiyên xurt heye ku bi bajarvanîbûn û polîtîkayên rast xaniyan bajarên xwe xurt bikin. Ez dixwazim Tirkiyê ji karestan re amade bikim û saxlamiya bajarên me zêde bikim. Kî vî karî baştir dike? Helbet Serok Ekrem dike. Li Stenbolê û di dîroka cîhanê de kesekî ku di heman demê de 10 metroyan çêdike heye, em ê vî karî bidin wî. Ew mêrxas e ku dê dawî li vê bajarvaniya xerab bîne.

Di rojeva me de wekî din çi heye? Polîtîkayên civakî. Divê em bi lez aboriya malê xurt bikin. Ji sîgortaya piştgiriya malbatê bigire heta îstîhdama jinan di têkoşîna li dijî xizaniyê de gelek xebatên me hene. Ji bilî vê, pêwîstiya me bi pêşketinên teknolojîk ên ku dê Tirkiye bi pêş ve bibe û bihêz bike û geşepêdana çandiniyê pêk bîne heye. Kîjan mêrxas vî karî dike? Bêguman Serokê me Mansur dike. Baweriya min bi Serok Mensûr heye, ku projeyên serkeftî yek li pey hev pêk anîn.”

Piştî Kiliçdaroglu, Îmamoglu û Yavaş jî axivîn.

Ekrem Îmamoglu amaje bi wê yekê kir ku li Tirkiyê di van 20 salên dawî de bi polîtikayên şaş wêraniya herî mezin li bajaran rû daye û ew piştî ezmûna xwe ya li Stenbolê amade ye tevahiya bajarên Tirkiyê pêş bixe.

Mansur Yavaş jî got ku ew dê di warî aborî, çandinî û teknolojiyê de Tirkiyê pêş bixin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst