HDP: Em dikarin Pirsa Kurd bi diyalogê çareser bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokwekîlê Fraksiyona HDPê ragihand, “Em dikarin Pirsa Kurd bi rêya danûstandin û gotubêjê çareser bikin.”

Duh Yekşemê 23ê Nîsanê di civîna parlamentoya Tirkiyê de Alîkarê Serokwekîlê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç gotarek pêşkêş kir û got, piştî 103 salan em Tirkiyeyekê dibînin ku bi şaşîtî û xirabiyan tê birêvebirin.

Saruhan Oluç di vê civîna parlamnetoyê de karnameyek taybet bi boneya 103 saliya vekirina parlamentoya Tirkiyê û her wiha Roja Zarokan ya li wî welatî pêşkêş kir û got: “Di vê roja ku em Roja Zarokan pîroz dikin de, pêwîste em balê bikişînin ser wê yekê ku bi milyonan zarok rûbirûyî pirsgirêkên cidî dibin, wek karkirin di temenek biçûk de û kuştina zarokan û tarîkirina siberoja zarokan bi madeyên hişbir. Lê sedsala nû ya Tirkiyê dibe cejn bo wan zarokan û erkê me ye ku em jiyaneke xweş û aram pêşkêşî wan bikin.”

Oluç beşeke giring a gotara xwe da mijara pirsa Kurd û got: “Ti pirsgirêkeke me tuneye ku em bi rêya danûstandinê û gotubêjê çareser nekin, bi taybet pirsa Kurd. Mafê her welatiyekî vî welatî ye di nav aramî û aştiyê de bijî. Di yekemîn sedsaliya komarê de çendîn pirsgirêk û qeyranan serî hilda, lê sedsala dûwem dê bibe sedsala çareseriyê.”

Oluç got, “Demokrasî di bin zexteke giran de ye, prensîba cudabûna hêzan hatiye paşguhkirin û li şûna yekîtiya hêzan hemû hêz li dora yek kesî kom bûne.” Wî her wiha got ku sîstema serokatiyê ketiye sala xwe ya şeşan û ji bilî "xuyakirina desthilatdaran" tiştek nekiriye.

Derbarê paşeroja Tirkiyê û guhertinan de jî Alîkarê Serokwekîlê Fraksiyona HDPê ragihand: “Ji ber ku ev hikûmet têkçûna pêvajoyeke demokratîk nabîne, wê hêzeke hêrs û êrîşkar biafirîne. Tişta ku pêwîstiya Tirkiyê pê heye, demokratîkbûna komarê ye. Divê siyasetên aborî û civakî bi demokratîkbûnê bên xurtkirin, da ku qeyrana heyî ya rejîmê kûr nebe û pêş nekeve. Em nikarin tu pirsgirêkên Tirkiyeyê bi pevçûn û tundiyê çareser bikin.”

Biryare 14ê Gulana Îsal hilbijartinên serokatî û parlamentoya Tirkiyê tên lidarxistin. Di wê hilbijartinê de du hevpeymanî anku tifaqên sereke hene; Tifaqa Cumhur ku ji AK Partî û MHPê pêk tê û Tifaqa Millet ku ji şeş partiyên opozisyonê pêk tê.