HDPê derbarê Komkujiya Ermeniyan de daxuyaniyek da

24-04-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Komkujiya Ermeniyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkefta 107emîn Salvegera Komkujiya Ermeniyan de daxuyaniyek belav kir û got “107 sal di ser karesata mezin a komkujiya etnîkî û baweriyê re derbas bûn. Vê proseyê bi sirgunkirina bi sedan Ermenî û bi aweyekî sîstematîk kuştina gelekan ji wan berdewam kir.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro 24ê Nîsana 2022ê bi helkefta 107emîn Salvegera Komkujiya Ermeniyan di 24ê Nîsana 1915an de daxuyaniyeke nivîskî da.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ameje bi wê yekê dide ku di 24ê Nîsana 1915an de zêdeyî 200 hezar kes ji rewşenbîrên Ermen, ji malên xwe ber bi mirinê ve hatine şandin û diyar kir “107 sal di ser karesata mezin a komkujiya etnîkî û baweriyê re derbas bûn. Wê proseyê bi sirgunkirina bi sedan Ermenî û bi aweyeke sîstematîk kuştina gelekan ji wan berdewam kir.”

HDP dibêje “Polîtîkayên jinavbirina cudahiyan û ferzkirina nêrîna yek netew, yek ol û yek ziman û armancên dayîna jibîrkirinê ya gelên cuda li ser vê erdnîgariyê ji wê rojê û heta niha berdewam in.”

Di daxuyaniya HDPê de tê gotin “Rûbirûbûna ligel rastiyên dîrokî, daxwaza lêborînê ji gelên mexdûr û baweriyan, serlêdana rêyên dadê, famkirina ji hev û pêçana birînên dîrokî bi aweyekî ji dil, bo siberojeke hevbeş pêngaveke gelekî girîng e. Li ser vê axê jiyana bi aramî ya ligel gelê Ermen ku yek ji gelên qedîm ên vê erdnîgariyê ye û welatiyên me yên Ermen, gelekî girîng e. Herwiha asayîkirina peywendiyên ligel dewleta Ermenistanê û pêşvebirina peywendiyên dîplomatîk û bazirganî di berjewendî û pêdiviya gelan de ye. Em bi van hestan wek gelên kevnare yên Mezopotamyayê êşa wan a 107 salî parvedikin û di kûrahiya dilê xwe de hest bi trajediya mirovî dikin. Em wan kesên ku di wê pêvajoyê de canê xwe ji dest dane careke in bi xemgînî û rêzdarî bibîrtînin.”

Ev di demekê de ye, Parlamenterê HDPê yê Amedê Garo Paylan ku bi xwe Ermenî ye, 22ê Nîsanê derbarê Komkujiya Ermeniyan de reşnivîsa proje-yasayekê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kiribû û daxwaz kiribû ev komkujî bi awayekî fermî bê naskirin û navê kiryarên vê komkujiyê ji cihên fermi bên rakirin. Ev pêşniyarnameya Paylan di nav siyaseta Tirkiyê û xelkê wî welatî de bibû sedema karvedanan.

Li aliyê din Şeva borî 23ê Nîsana 2022ê Mustafa Şentop ew reşnîvîsa proje-yasayê red kir û li Paylan vegerand. Serokê Parlamentoya Tirkiyê piştî ku reşnivîsa proje-yasayê gehiştiyê, red kir û bi nivîseke fermî li Garo Paylan vegerand û tê de amaje bi wê yekê da ku reşnivîsên wiha berevajiya peyrewa navxwe ya Parlamentoya Tirkiyê ne.

Komkujiya Ermeniyan di salên dawîn ên Împeratoriya Osmaniyan de 24ê Nîsana 1915an destipê kir û heta salekê berdewam kir. Li gor texmînan di dema komkujiyê de milyonek û 500 hezar Ermenî hatine kuştin. Sala derbasbûyî ew komkujî bi biryara Serokê Amerîkayê Joe Biden, ji aliyê Amerîkayê ve bi aweyek fermî hatibû naskirin û Tirkiyê wê demê nerazîbûn nîşan dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst