Serokê Parlamentoya Tirkiyê reşnivîsa proje-yasaya Komkujiya Ermeniyan red kir
Hewlêr (Rûdaw) - Roja 22ê Nîsana 2022ê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Garo Paylan, reşnivîsa proje-yasaya îtirafpêkirin û naskirina Komkujiya Ermeniyan pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kir. Şeva borî 23ê Nîsana 2022ê Mustafa Şentop ew reşnîvîsa proje-yasayê red kir û li Paylan vegerand.
Serokê Parlamentoya Tirkiyê piştî ku reşnivîsa proje-yasayê gehiştiyê, red kir û bi nivîseke fermî li Garo Paylan vegerand û tê de amaje bi wê yekê da ku reşnivîsên wiha berevajiya peyrewa navxwe ya Parlamentoya Tirkiyê ne.
Bi helkefta 107emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan ku roja 24ê Nîsana 1915an di serdema Osmaniyan de hat kirin, roja 22ê Nîsana 2022ê parlamenterê bi esil Ermenî Garo Paylan reşnivîsa proje-yasayekê pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê kir bo nasandina Komkujiya Ermeniyan û daxwaz dike Tirkiyê îtirafê bi wê komkujiyê bike.
Garo Paylan di pêşekiya reşnivîsa proje-yasaya xwe de nivîsiye: “107 sal e li vî welatî Komkujiya Ermeniyan tê înkarkirin, lewra take civak ku bikaribe birîna civaka Ermeniyan baş bike gelê Tirkiyê ye. Take parlamento jî ku bikaribe dadmandiyê bo vê karesata mezin bîne, Parlamentoya Tirkiyê ye, ji ber ev komkujî li ser vê axê hatiye kirin.”
Garo Paylan di wê reşnivîsê de dibêje: “Gelê Ermen di serdema Osmaniyan de pêkhateyeke olî û neteweyî ya girîng bûye û xwediyê pêgeheke taybet bûne” û amaje bi wê yekê dide grûpek ji serkirdeyên serbazî ew bikom kuştine û daxwaz dike navê hemû wan serkirdeyên serbazî û efserên pile bilind ku komkujî kirine, navê wan ji ser saziyên fermî, cade û cihên giştî bê rakirin.
Proseya Komkujiya Ermeniyan ji sala 1915 heta 1923an di serdema Împeratoriya Osmaniyan de hatiye kirin û têde yek milyon û nîv Ermenî hatine kuştin. Roja 24ê Nîsana 1915an rêxistinên taybet ên ser bi Komeleya Îttîhad û terrakî bi ser malên 250 rewşenbîr û kesayetiyên Ermenî de girtine û piştî zîndankirina wan, heman rojê hemû hatin gulebarankirin. Ev destpêka Komkujiya Ermeniyan bû.
Heta niha 39 hikûmet û parlamentoyên welatan, hinek rêxistinên cîhanî jî wek Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, Encûmena Ewropayê, Encûmena Kilîseya Cîhanî, Rêxistina Mafên Mirov û 35 kesayetiyên Xelata Nobelê wergirtine, Komkujiya Ermeniyan wek “Jenosaîd” nasandine.