Bulent Arinç bi Erdogan re hevdîtinek pêk anî

Navenda Nûçeyan – Ji damezrînerên AK Partiyê û Cîgirê berê yê Serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re hevdîtinek pêk anî û ragihand: “Em di hevdîtinê de li ser hemû mijaran axivîn.”

 

Bulent Arinç piştî hevdîtina bi Erdogan re bersiv da pirsên rojnamevanan.

 

Arinç diyar kir ku di hevdîtinê de bi Erdogan re li ser mijara namzediya Abdullah Gul bo serokomariya Tirkiyê jî axivîne, lê nikare derbarê vê mijarê de daxuyanî bide.

 

Li ser pirsa "gelo hûnê bibin namzedê parlementoyê?" ragihand: “Ez ne di wê rewşê de me ku dest bi parlementeriyê bikim. Ev ne mijareke wisa ye ku hatibe pêşniyarkirin, yan jî mirov li ser biaxive.”

 

Bulent Arinç herwiha got: “Me li ser her tiştî axivî, lê eger Birêz Serokomarê me bixwaze dikare ew eşkere bike, lê em axaftinên xwe yên taybet, mehrem dihêlin.”