Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, “Em dixwazin Newroz wekî nîşaneya biratiya gelê me, bi awayê fermî wekî cejnê were pîrozkirin.”
Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokkomariyê piştî Civîna Kabîneyê li ser rojeva Tirkiyê û cihanê axivî.
Recep Tayyîp Erdogan behsa pêşhatên li herêmê û cihanê kir û wiha domand:
“Di çarçoveya siyaseta derve de serdana Serokwezîrê Polonyayê ya welatê me bi wate bû.
Me diyaloga me ya bi welatên Ewropayê re ku her ku diçe xurttir dibe şêwir kir.
Êdî pêdiviya Ewropayê ya bi welatê me re ne tenê ji aliyê ewlehiyê ve di gelek waran de jî aşkere tê qebûlkirin.
“Em hêvî dikin şerê Rûsya û Ukraynayê raweste”
Serokkomarê Tirkiyeyê li ser şerê Ukrayna û Rûsyayê wiha got:
"Ji roja ewil ve me di mijara Ukrayna û Rûsyayê de pozisyona xwe rast girt.
Em neketine bin tesîra ti kesan, di serî de mixalefeta ku ji ti bûyerên cîhanê haydar nîne.
Me li her derê tekez kir ku di aştiyê de dê ti alî ziyanê nebîne.
Îro jî em heman helwesta xwe diparêzin. Em hêvî dikin ku şerê ku ketiye sala xwe ya 4an bi dawî bibe.
Em nêrîna erênî ya Rûsyayê ya li ser pêşniyara Amerîkayê ya agirbestê ya 30 rojan, her çiqas bi qismî be jî, bi qîmet dibînin.
Em hemû derfetên xwe yên dîplomatîk seferber dikin ji bo ku herêma me zûtir ji bagerên bêîstîqrarî û pevçûnan xilas bibe.
Me ev mijar di hevdîtina telefonî ya bi Birêz Trump re jî got.
Di hevdîtina ku gelekî samîmî derbas bû de, me bi Birêz Trump re gelek mijar bi taybetî jî rakirina astengiyên li pêşiya armanca bazirganiya 100 milyar dolarî nîqaş kir.
Me bi taybetî pêşketinên krîtîk ên derbarê Sûriyeyê de bi hûrgilî nirxandin.
Di dema duyem a Birêz Trump de, dibe ku pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê ber bi pêşveçûneke din ve biçin.”
“Me Newrozeke aramtir derbas kir”
Recep Tayyîp Erdogan behsa pîrozbahiyên Newrozê jî kir û wiha domand:
“Hefteya borî me bi coş û kelecanê hatina biharê, 21ê Adarê wate Newroz, pîroz kir.
Li gorî salên berê me Newrozeke aramtir derbas kir.
Em dixwazin Newroz wekî nîşaneya biratiya gelê me, bi awayê fermî wekî cejnê were pîrozkirin.
Em dê di civîna pêş de pêşniyar bikin ku Newroz wekî roja hevpar a bîranîn û pîrozkirinê ya cîhana Tirk were qebûlkirin.
Bêguman em hin dîmenên ku ji Newrozê derketin napejirînin lê digel vê jî, em pîrozkirinên îsal ên bê tundî gelekî bi wate dibînin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse