Gergerlioglu dîsa bû berendam

24-03-2023
RÛDAW
Nîşan Omer Faruk Gergelioglu HDP Berendam Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu ragihand ku ji bo parlamenteriyê carek din bûye berendam.

Gergerlioglu amaje bi wê yekê kir ku wî biryar dabû ku nebe berbijêr û dibêje “Li ser daxwaza zêde ya gelê me min biryara xwe guhert.”

Omer Faruk Gergerlioglu di biryara berendamtiya xwe de li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand.

Gergerlioglu got “Min biryar dabû ku nebim berendamê parlamenteriyê yê serdema 28emîn. Lêbelê li ser daxwaza zêde ya gelê me min ev biryara xwe guhert. Min li Navenda Giştî ya HDPê serlêdana xwe kir. Wekaleta xelkê me yê xoşewîst karekî bi rûmet e . Ez ê hewl bidim ku qedirgirtina we bim. Ji bo me ya xêr.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst