Li Stenbolê şerê çekdarî: 3 jê xelkê Colemêrgê 4 kes hatin kuştin

24-03-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Komeleya Colemêrgê Kuçukçekmece Şerê Çekdarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuçukçekmece ser bi parêzgeha Stenbolê 24ê Adara 2022ê li parka otomobîla a Dadgehê di navbera malbateke parêzgeha Colemêrgê û Sînopê şer derket û di encam de 3 kesên ji Colemêrgê û kesek jî ji malbata Sînopê hatin kuştin.

Serokê Komeleya Dildarên Colemêrgê ya li Stenbolê, Selim Mavi bo Rûdawê ragihand, ew daxwaz dikin ku ev bûyer bi her alî bê lêkolînkirin û zanyariyeke zêlal bê dayîn.

Selim Mavî got, “3 hembajariyên me di vê êrîşê de hatine kuştin. Kesên ku canê xwe ji dest dane Nazim Sozer, Ercan Sozer û Kadir Mendanoglu ye û Erdal Sozer jî bi giranî birîndar bûye. Li gor rewşa êrîşê em karin bêjim malbata Sînopî bo şer amadekariyên xwe kirine lê derbarê sedema şer de em nikarin bi zelalî tiştekî bêjin. Li gor agahiyên me wergirtine 18 kes hatine desteserkirin û lêpirsîna wan berdewam e.”

Li gor agahiyên hatine belav kirin tê îdîakirin ku şer ji ber dozeke dadgehê derketiye lê agahiyên zelal heta niha nehatine belav kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst