Hakan Fîdan: Divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê bê parastin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got ku divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê û yekîtiya wê bê parastin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.
Sergey Lavrov û Hakan Fîdan piştî hevdîtinê civîna hevbeş a çapemeniyê saz kir.
Mijara civîna Sergey Lavrov û Hakan Fîdan bi giranî li ser şerê Rûsya û Ukraynayê bû.
Fîdan ragihand ku di civîna wî û Lavrov de mijara Sûriyeyê jî hatiye rojevê û ew li ser Sûriyeyê axivîne.
Lavrov her wiha jî amaje bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir Amerîka li Rojavayê Kurdistanê piştgiriyê dide komên Kurd.
"Divê yekparçeyiya axa Sûriyeyê bê parastin"
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wiha axivî:
"Em di wê baweriyê de ne ku li herêma me jîngeheke rast a aramiyê dikare were avakirin.
Tiştên di sê mehên dawî de li Sûriyeyê qewimîn di vî warî de hêviyê didin. Gelê Sûriyeyê dawî li rejîma zilmê ya 60 salî anî.
Niha dixwazin welatekî ewle û dewlemend ava bikin ku bi cîranên xwe re di nav aştiyê de bijîn.
Wekî Tirkiye em dê di vê pêvajoyê de jî bi gelê Sûriyeyê re bin. Me îro jî li gel birêz Lavrov behsa geşedanên li Sûriyeyê kir.
Em di wê baweriyê de ne ku divê yekîtiya axa Sûriyeyê û yekîtiya Sûriyeyê bê parastin. Ji bo rêgirîkirina tevgerên dabeşker nêrînên me nêzîkî hev in."
Her wiha Fîdan li ser hewlên navbeynkariyê yên Amerîkayê yên ji bo rawestandina şerê Rûsya û Ukraynayê got:
"Em girîngiyeke mezin didin hewlên nû yên Amerîkayê ku li ser encamê disekine."
Fidan derbarê ser garantiyên ewlehiya navbera Rûsya-Ukraynayê jî wiha anî ziman:
"Garantiyên ewlehiyê mijarek e ku em ji nêzîk ve dişopînin. Wekî prensîb Tirkiye amade ye piştgiriyê bide aştiyê."
Rojavayê Kurdistanê
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov jî li ser Rojavayê Kurdistanê wiha got:
"Amerîkayê li bakurê Sûriyeyê qaşo dewlet çêkir, armanc piştgiriya cudaxwazan e."
Derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de jî Lavrov wiha anî ziman:
"Heya ku sedemên derketina şer ji holê neyên rakirin, kutabûna vê ne pêkan e. Operasyona eskerî dema ku encameke em pê razî bibin, derxe holê, dibe ku wê demê bisekine."