Hevjîn û du keçên xwe kuştibûn: ‘Ne min fezayiyan ew kuştin’

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Umraniyeyê ya Stenbolê Suat Guney, hevjîn û 2 keçên xwe bi çekê kuştibûn û reviyabû.

Li gorî zanyariyan kesekî bi navê Suat G. duh li malê hevjîna xwe ya bi mehra olî Yasemîn U. û du keçên wan ên bi navê Zelîha G.ya 31 salî û Mîne G.ya 30 salî kuştibûn.

Ji bo desteserkirina Suat Guney polîsan lêkolîn da destpêkirin.

Li ser lêkolînkirina kamerayan, derket holê ku Suat Guney piştî demekê otomobîla xwe dihêle û bi otomobîla yekî din direve.

Eşkere bû ku otomobîla pê reviyaye li ber salonekê  ya kickboksê sekiniye.

Li ser wî 3 demançe û kêrek hatin dîtin

Di encama operasyonê de Suat Guney û kesê bi navê F.D. ku bi erebeya wî reviyabû hatin desteserkirin.

Li ser tewanbar, 3 demançe, 6 carcor, gelek gule, kêr, pasaport û gelek pere hatin dîtin.

Li xwe mikûr hat

Piştî ku îfadeya tawanbar hat girtin, hat zanîn ku rewşa wî ya derûnî ne baş e.

Guney di îfadeya xwe de got ku wî destpêkê keça xwe ya mezin kuşt û piştre jî keça xwe ya din û hevjîna xwe kuştin.

Herwiha got ku keçên wî bi ya wî nakin û tişta ku digot nedikirin. Ji ber vê yekê jî di navbera wan de nîqaş derdiket.

Guney diyar kir ku di bûyerê de xwe winda kiriye û ji ber wê yekê jî her tişt nayê bîra wî.

Gumanbarê bi navê F.D. di îfadeya xwe de got:

“Bi telefonê li min geriya û got were min bibe. Ez jî bi otomobîla xwe çûm û min ew anî salona werzîşê.

Di rê de min ferq kir ku aciz e. Min sedama wê pirsî. Wî jî got ez dê piştî 3 demjimêran bêjim. Agahiya min ji bûyerê nebû.”

“Fezayiyan ew kuştin”

Li gorî nûçeya DHAyê, Suat Guney û F.D sewqî dadgehê hatin kirin. 

Dema ew dibirin dadgehê ji Guney hat pirsîn, “Te çima ew kuştin?”

Wî red kir ku hevjîn û du keçên xwe kuştîbin û got ku “Ne min kuştin. Fezayiyan ew kuştin.”