Berbijêrên DEM Partiyê yên 12 navçeyên Stenbolê diyar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Navên berbijêrên 12 navçeyên Stenbolê yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yên Stenbolê hatin eşkere kirin.

DEM Partiyê çend roj berê ragihandibû ku ew dê di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de li 12 navçeyên Stenbolê bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibe.

Li gorî zanyariyên di medyaya Tirkiyeyê de belavbûne navên wan her 12 berbijaran eşkere bûne.

Navên berbijêrên 12 navçeyên Stenbolê yên DEM Partiyê wiha ne:

• Beykoz: Senem Yilmaz - Recep Yilmaz

• Kadıkoy: Veysî Eskî - Nîmet Çelebî Erdogan

• Sultanbeylî: Ertan Hamîdoglu - Rahîme Kurkçu

• Ûmraniye: Edîp Alpata - Zulfiye Hazar

• Adalar: Mehmet Galîp Ataş - Krîstîn Selekman

• Arnavutkoy: Mehmet Karadag - Durdane Bulgan

• Esenler: Îrfan Hulaku - Gulşah Kavak

• Gaziosmanpaşa: Ercan Saglam - Hulya Oruç

• Kagithane: Burhan Damarli - Sîdar Yildiz

• Sultangazî: Erol Tunç - Fatma Yenî

• Beşîktaş: Adem Aktaş

• Bakirkoy: Medenî Andok - Elîf Tokay Ozturk

Berbijêrên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên DEM Partiyê jî Meral Daniş Beştaş û Murat Çepnî ne.