Mazlûm Ebdî têkildarî êrîşa Tirkiyê ya li ser riya Qamişlo daxuyanî da

24-02-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava HSD Qamişlo Tirbespî Mazlûm Ebdî Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî têkildarî bombebarankirina otombîlekê li ser riya Qamişlo û Tirbespiyê û bombebarankirina Til Rifet û Kobanî ji aliyê Tirkiyê ve peyamek belav kir û ragihand, di demekê de ku hemû navçe û cîhan bi erdeja li Tirkiyê û Sûriyê re mijûl in, Tirkiyê welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê dike armanc.

Mazlûm Ebdî roja Pêncşemê 23ê Sibata 2023an di peyama xwe de ku bi du zimanên Îngilîzî û Erebî li ser twîtterê belav kiriye, siyaseta Tirkiyê ya li beramber Kurdan û Rojavayê Kurdistanê bi tundî rexne dike û dibêje, di demekê de ku ji ber erdhejê bi deh hezaran kesan canên xwe ji dest dane û gelek kes li derve mane, Tirkiye bi hincetên ne rast êrîşan pêk tîne.

Fermandarê Giştî yê HSDê dibêje: “Bêyî ku guh bide karesata mirovî ya erdhejê li Tirkiyê û Sûriyê, ku têde bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest dan û ji ber karesatên xwezayî bi deh hezaran kes li derve dimînin, Tirkiyê bi hincetên ne rast dijmintiya xwe li dijî gelê Kurd berdewam dike.”

General Mazlûm Ebdî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Di demekê de ku hemû karên navdewletî û herêmî ji bo şandina alîkariyên mirovî ji bo navçeyên wêranbûyî li Tirkiyê û Sûriyê berdewam dikin, di demeke wiha de dronên Tirkiyê roja Çarşemê otombêleke sivîl li gundewarê Qamişlo bombebaran kir, di encam de welatiyekî sivîl canê xwe ji dest da û endamekî Asayişê birîndar bû.”

Bi gotina Mazlûm Ebdî, di hefteya dawiyê de jî Tirkiyê welatiyên sivîl li Til Rifet û Kobanî kirin armanc.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst