Kalin: Serokkomar nikare bi serê xwe biryara hilbijartinê bide

24-02-2023
RÛDAW
Nîşan Îbrahîm Kalin Tirkiye Hilbijartin Serokkomariya Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Îbrahim Kalin derbarê dîroka hilbijartinan de got: “Serokkomar nikare bi serê xwe biryarê bide û di vê mijarê de biryara dawî dê Desteya Bilind ya Hilbijartinê bide.”

Berdevkê Serokkomarê Tirkiyê Ibrahim Kalin li ser erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê û dîroka hilbijartinan  ji medya biyanî re axivî.

Kalin dibêje: “Di mijara dîroka hilbijartinan de biryara herî dawî ya Desteya Bilind ya Hilbijartinê ye. Serokkomar nikare bi serê xwe wê biryarê bide. Divê parlamento jî biryarekê, nêrînekî diyar bike. Lê herî dawî Desteya Bilind ya Hilbijartinê biryar dide ka dê li 10 parêzgehên herêma erdhejê hilbijartin bên kirin an neyên kirin.”

Kalin derbarê herêma erdhejê de jî amaje bi wê yekê dide ku zêdeyî 2 milyon kesan ji herêma erdhejê koç kirine û di warê bikaranîna deng de pirsgirêkên teknîkî hene. Kalin dibêje meyîl ew e ku eger di rojên bê de lihevkirineke berovajî ya siyasî nebe dê hilbijartin di dema xwe de Gulanê bên kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst