Nasnameya 106 zarokên di erdhejê de hatine rizgarkirin nehatiye destnîşankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ragihand ku nasnameya 106 zarokên ku bêyî malbat an serperişt ji bin kavilan hatine rizgarkirin nehatiye destnîşankirin.

Di erdehaja 6ê Sibata 2023an li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi hezaran welatî ji bin kavilan hatin rizgarkirin ku beşek ji wan ew zarok bûn ku bê dayik, bav an serperişt hatine rizgarkirin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê roja Pêncşemê 23ê Sibata 2023an bi daxuyaniyekê ragihand ku heta niha hezar û 405 zarokên ku bê serperişt ji bin kavilan hatine rizgarkirin piştî destnîşankirina nasnameyên wan bo malbatên wan hatine radestkirin, û got: ”Nasnameya 106 zarokan hê jî nehatiye destnîşankirin.”

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Niha hezar û 890 zarok li wezaretê tomarkirî ne ku bê serperişt ji bin kavilan hatine rizgarkirin. Piştî kontrolkirina nasnameya kesên ku serlêdan kirine û zelalkirina wan hezar û 405 zarok bo malbatên wan hatine radestkirin. Çareseriya 105 zarokên me li nexweşxaneyan temambûye û li saziyên wezareta me di çavdêriyê de ne. Proseya çareseriya 380 zarokên me li nexweşxaneyan ji nêzîk ve tê şopandin. Nasnameya hezar û 784  zarokan hatiye destnîşankirin. Nasnameya 106 zarokan jî hê nehatiye destnîşankirin.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) di amarên dawî de ragihand ku heta niha di erdheja Mereşê de li wan 11 parêzgehan zêdeyî 43 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane.