Tirkiyê geştên esmanî bo Ukraynayê rawestandin

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanya Geştên Esmanî ya Tirkiyê, hemû geştên xwe yên bo Ukraynayê rawestandin.

Êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê îro sibehê 24ê Sibata 2022an destpê kir. Piştî êrîşa Rûsyayê, rêya esmanî ya Ukraynayê ji geştên sivîl re hat girtin.

Kompanya Geştên Esmanî ya Tirkiyê jî piştî destpêkirina êrişa Rûsyayê û girtina esmanê Ukraynayê, hemû geştên xwe yên bo wî welatî rawestandin.

Rêveberê Giştî yê Kompanya Geştên Esmanî ya Tirkiyê Bilal Ekşî got: “Ji ber rêya esmanî ya Ukraynayê hat girtin, hemû geştên me yên îro hatin rawestandin.”

Roja Duşemê 21ê Sibata 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serxwebûna herdu navçeyên Donetsk û Luhansk ên Herêma Donbasê li rojhilatê Ukraynayê bi fermî nas kir ku ji sala 2014ê ve di bin kontrola cudaxwazên alîgirên Rûsyayê de ne û ji wê demê ve wek “Komara Gel a Luhansk” û “Komara Gel a Donetsk” serxwebûna xwe ji Ukraynayê ragihandine.

Putin her heman rojê pêşwazî li serokên her du navçeyên Donetsk û Luhansk kir û bi wan re rêkeftina dostanî û hevkariyê îmze kir.