Artêşa Tirkiye: Bi rêya eşîretên re YPG û DAIŞ hatin agahdarkirin

 

Navenda Nûçeyan - Artêşa Tirkiyê dibêje, wan bi rêya eşîretên navçeyê re YPG û rêxistina DAIŞ ji operasyona veguhestina gora Silêman Şah agehdar kirine, lê Serokomariya Tirkiyeyê vê yekê red dike.

 

Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalin di daxuyaniyekê de diyar kir ku biryara operasyona Silêman Şah bi tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dayîn, herwiha got, derbarê operasyonê de ti têkilî ligel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û DAIŞ çênebûye.

 

Bi gotina Îbrahîm Kalin, Tirkiye bi tenê hevpeymanên xwe agehdar kirine û nameyek derbarê operasyonê de ji rejîma Sûriyê re şandiye.

 

Rojnameyeke tirkî li ser zarê çavkaniyên ji Serokerkaniya Artêşa Tirkiyeyê belav kiriye ku Artêşa Tirkiyeyê destûra operasyonê ji PYDê nestandiye.

 

Lê heman çavkaniyan diyar kirin ku bi rêya eşîretên li navçeyê re nameyek ji DAIŞ û YPGê re şandiye û ji wan re gotine, guleyan bernedin ji ber hêzên wan derbasî navçeyê dibin.

 

YPGê roja yekşemê ya borî ragihandibû ku operasyona veguhestina gora Silêman Şah bi agehdariya fermandarên YPGê û bi beşdariya şervanên wan li Kobanî jî pêk hat.