Çîroka şerê cemaat û AKPê
Hewlêr (Rûdaw)- Fethullah Gulen û cemaata wî li dijî partiya Refahê ya Necimedîn Erbekan bûn ku wê demê Erbekan serokwezîr bû. Wan ji bo têkdana wê partiyê piştgirî dan Receb Teyib Erdogan û hevalên wî û di hilbijartinên 2002an de piştgirî dan partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û ew bi ser xistin û xwe weke hevparê desthilatê dîti. Herwiha xwe di gelek saziyên dewletê de bi awyekî xurt jî bi cî kirin.
Ji rêxistina MÎTê, dadwerî û dozgerî, ewlekarî û polîsan, perwerde û ragihandinê de bigire û heta aborî û saziyên diplomatîk di qadên navneteweyî de cemaatê xwe di nav hemû saziyan de bi cî kiribû.
Yekem car ku nakokiyên cemaata Gulen û hikûmetê derket, di bûyera derya Mermerê de bû ku hikûmeta Tirkiyê keşteke alîkarî bê rezamendiya Îsraîlê rêkir Kerta Xeza ya Filestînê û Îsraîl jî li wê keşteyê xist û 9 kes jiyana xwe ji dest dan. Fethullah Gulen rexneyên tund li hikûmetê kir, ku xirabkirina têkiliyan bi Îsraîl tê wateya xirabkirina têkiliyan bi welatê Rojava re û ew jî ne li gor berjewendiyên Tirkiyê ye.
Piştre cemaatê hevdîtinên rêxistina MÎTa Tirkiyê bi Koma Civakên Kurdistanê KCKê re li Osloyê aşkere kir û êrîşeke mezin di qada navneteweyî û ragihandinên amerîkî û Rojavayî de li dijî serokê îstixbarata MÎTê Hekan Fîdan ku destê rastê yê serokwezî Erdogan bû kir û ew li Tirkiyê hêşt ku bê darizandin.
Hikûmeta AKPê bi serokatiya Receb Teyib Erdogan li hemberî van êrîşan, biryara girtina dersxaneyan li Tirkiyê da, ku ew hemû di destê cemaatê de ne û hejmarê wan nêzîkî 3600 dersxane ne û salê zêdetirî milyar dolarî derdixe, derxist, ew jî baskê cemaatê yê aborî li Tirkiyê şikand, û pişt re hikûmetê 12 balyozên Tirkiyê li derve guhertin û hilmeteke diplomatîk him li Ewropa û him li welatên Asya destpêkir.
Herwiha hikûmeta AKPê ji bo hevdîtinên MÎTê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan û rayedarên KCKê biparêze û kes êdî berpirsên MÎTê ne darizîne, qanûna tevgerkirina MÎTê derxist û karê wan xist bin sîwaneke qanûnî.
Cemaata Fethullah Gulen di rêya endam û alîgirên xwe re operasyona 17ê kanûna 2013an li dijî hikûmetê li dar xist û hêşt ku kurê 4 wezîrên Tirkiyê bên girtin û derbeyek mezin li banka Halkbankê ku nêzîkî hikûmetê ye xist û bû sedema ku kabîneya hikûmetê bê guhertin û dîsa ji bo wêneya hikûmeta AKPê di qada navneteweyî de reş bike, operasyonan di rêya dozgerî û hêzên ewlekariyê li dijî karên MÎTê Lli Sûriyê li dar xist, û gelek kemyonên tije çek û zexîreyên cengê li ser sînor girt û têkiliyên MÎTa Tirkiyê bi rêxistinên îslamî yên tundrew weke Cebhet û el-Nusra û Qaîde re aşkere kir û fişareke navneteweyî li dijî Tirkiyê çêkir.
Erdogan hikûmetê diguhere û di rêya Hikûmeta nû û parlamentoyê re bi dehan waliyên bajaran, bi sedan dadwer û dozger, bi hezaran rêveber û karmendên ewlekariyê û polîsan guhert yan jî ji kar dûrxistin. Herwiha qanûna tevgerkirina saziya Desteya Bilind ya Dadwerî û Dozgeriyê (HSYK) derxist ku êdî destnîşankirina rêvebrên wan wê ji aliyê wezîrê dadê de bê kirin û wê bê izna wezîrê dadê yan waliyê bajêr ti dozger nikaribe operasyonan li dar bixe û di rêya qanûna MÎTê re jî hat qedexekirin ku ti hêzek li Tirkiyê karibe operasyonan li dijî MÎTê li dar bixe yan jî karê wan asteng bike.
Cemaata Fethula Gulen ji bo hikûmetê teşhîr bike û di nav xelkê de reş bike, bi dehan vîdyo û dengên tomarkirî yên Erdogan û rayedarên hikûmetê derbarê gendeliyê de di torên civakî yên internetê û çapemenî û ragihandinê de belav kir.
Hikûmeta AKPê qanûna internet û ragihandinê derxist, êdî herkesê ku tiştên kesayetî çi vîdyo, çi deng tomarkirin û çi jî belgeyên ku sirê kesayetî aşkere bike, dê ew sazî û malperên inetrnetê bê girtin û kesên ku bi wî kar rabûne jî heta 12 salan bi girtinê wê bên cezakirin.
Ew hemû kiryarên cemaatê li dijî hikûmetê bandoreke mezin li ser aboriyê çêkir, Halkbank zêdetirî 90 milyar dolar zirar dît û dola li Tirkiyê ji sedî 40 bilind bû, ango leyreya Tirkiyê ji 160 lîra li hemberî 100 dolarê amerîkî gihişt 240 lîre û herwiha krîzeke aboriyê û sermeyedariyê li Tirkiyê destpêkir.
Lê hikûmet him bi bilindbûna rêjeya fayizê li banka navendî, him jî bi van hilmetên qanûnî li dijî cemaatê û gerên diplomasî de, sermayên biyanî gihiştin wê ramanê ku cemaat şikest û hikûmet bi ser ket, hikûmet karî careke din hinek baweriyê di warî aborî de bide biyaniyan û êdî dolar jî ji bilindbûna xwe hinekî daket heta gihişt 225 lîre li hemberî 100 dolarî.
Bi vî rengî hikûmet rê li pêşiya rêxistinên cemaatê girt û her kesê ku bizane ew girêdayî wane ji nav saziyên dewletê dûr xist û di rêya van guhertin û derxistina qanûnan re, hikûmet gelek destê wan di nav saziyên dewletê de kişand, lê cemaat jî biryar daye ku wê derbeya mezin di hilbijartinan de li AKPê bidin û wan di sindûqan de bişkînin.