Bolu: Xwediyê Grand Kartal Hotelê hat girtin

24-01-2025
RÛDAW
Nîşan Şewata li Boluyê Grand Kartal Hotel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwediyê Grand Kartal Hotelê ya li Boluyê ku di encama agirekî de 79 kes tê de miribûn, tevî berpirsê otelê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li lûtkeya Çiyayê Korogluyê yê Boluyê roja Sêşemê 21ê Kanûna Paşîn a 2025an agir bi Grand Kartal Hotelê ket û di encamê de 79 kes mirin û 51 kes jî birîndar bûn.

Lêpirsîna derbarê bûyerê berdewam dike û heta niha 14 kes hatine desteserkirin.

Roja înê ji 14 kesên desteserkirî 8 ji wan piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê ber bi dadgehê ve hatin şandin.

Li gorî zanyariyan xwediyê otelê Halît Ergul û birêvebirê otelê Emîr Aras ku zavayê xwediyê otelê ye bi biryara dadgehê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst