71 kes bi tohmeta Cemaeta Gulen hatin desteserkirin

24-01-2025
Nîşan Cemaeta Gulen Desteserkirin Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 23 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 71 kes bi tohmeta endamtiya Cemaeta Gulen hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya Ii ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku li hemberî Cemaeta Gulen operasyonên “Kiskaç-36”ê hatine kirin.

Alî Yerlîkaya daxuyand ku operasyon li 23 bajaran hatiye kirin û di nav hefteyekê de 71 kes hatine desteserkirin.

71 kes bi tohmetên wekî “endamtiya Cemaeta Gulen, propagandaya Cemaeta Gulen û bikaranîna platforma Bylockê ya ragihandinê” hatine desteserkirin.

Operasyon li bajarên Edene, Aksaray, Aydin, Balikesîr, Bayburt, Bîlecîk, Bursa, Edîrne, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Qeyserî, Kocaelî, Mêrsîn, Nevşehîr, Osmaniye, Sakarya, Samsun û Tokatê yên Tirkiyeyê û bajarên Semsûr, Amed, Qers û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst