Mamosteyê zanîngehê keça xwe û xesûya xwe kuştin û piştre xwe jî kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Li Îzmîrê mamosteyê zanîngehê yê bi navê Yusuf Yilmaz, keça xwe û xesûya xwe kuştin, hevjîna xwe birîndar kir û xwe jî kuşt.

Bûyerê li navçeya Bornovayê ya Îzmîrê derdora saet 09:30î rû da.

Yusuf Yilmaz bi demançeyê keça xwe Lînda Yilmaz (4) û xwesûya xwe Dîlek Uzellî (61) kuştin.

Hevjîna xwe Derya Uzellî Yilmaz a ku li ber hevberdanê ne û ew jî mamosteya zanîngehê ye jî bi heman demançeyê birîndar kir û piştre xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, Yusuf Yilmaz çûye ber mala hevjîna xwe û dema ji otomobîlê daketine keça xwe, xesûya xwe û hevjîna xwe dane ber guleyan, piştre jî demançe berdaye serê xwe.

Tîmên tenduristiyê hatin cihên bûyerê û wan tesbît kir ku Lîndaya 4 salî û Dîlek Uzelliyê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê Derya Uzellî Yilmaz jî veguhast Nexweşxaneya Zanîngehê ya Egeyê.

Li gorî agahiyên, ji ber doza hevberdanê navbera Yusuf Yilmaz û hevjîna wî ne baş bû û Yusuf Yilmaz ji bo tedawiya penceşêrê carinan diçû derveyî Tirkiyeyê.

Li aliyê din, polîsan tesbît kir ku bi Yusuf Yilmaz re 4 demançeyên bêrûxset hebûne.