Li Stenbolê pevçûn: Du polîs û sê sivîl birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Sariyerê ya Stenbolê du polîs û sê sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, derdora demjîmêr 04:30î li Sariyerê li holekê muzîkê du grûp pev çûn.

Polîs çûn wê holê da ku midaxeleyî bûyerê bikin lê gule li wan hatin reşandin.

Li gorî nûçeya DHAyê, di vê pevçûnê de du polîs û sê sivîl birîndar bûn.

Piştî pevçûnê gelek polîsên din çûn cihê bûyerê û tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê.