Serokkomarê Îranê diçe Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî îro diçe Tirkiyeyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

8emîn Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê bi beşdariya Reîsî û Erdogan tê sazkirin û serokkomarên her du welatan dê daxuyaniyeke hevbeş bidin çapemeniyê.

Di vê serdanê de serokkomarên Îran û Tirkiyeyê beşdarî civîna hevbeş a karsazên her du welatan jî dibin.

Serdana Reîsî du caran hatibû hilweşandin.

Piştî destpêkirina şerê Xezeyê civînên di navbera serokên welatên herêmê de zêde bûbûn.

Serokkomarê Tirkiyeyê ragihandibû ku Îbrahîm Reîsî dê dawiya Çiriya Paşîna 2023yan biçe Tirkiyeyê bike lê serdana 28-29ê wê mehê hatibû bipaşxistin.

Herî dawî biryar bû 4ê Kanûna Paşîna 2024an Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di çarçoveya Civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê de biçe Enqereyê û bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Rojekê berî serdanê li bajarê Kirmanê ya Îranê di teqînekê de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest dabû û medyaya fermî ya Îranê gotibû ku serdana Reîsî ya Tirkiyeyê hatiye bipaşxistin û niha dema wê jî ne diyar e.

Civînên Konseya Hevkariya Asta Bilind a Îran-Tirkiyeyê ji sala 2014an ve di navbera her du welatan de tên kirin.

Civîna herî dawî 18ê Tîrmeha 2022yan bi beşdariya Serokkomarê Tirkiyeyê li Tehrana hatibû kirin.

Ji wê demê ve dihat pêşbînîkirin ku Reîsî biçe Tirkiyeyê lê ew serdan pêk nedihat û berdewam dihat taloqkirin.