HEZKURDê rapora zimanê Kurdî pêşkêşî AKP û CHPê kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) rapora xwe ya derbarê zimanê Kurdî de pêşkêşî AK Partî û CHPê jî kir. HEZKURDê ji herdu partiyan daxwaza piştevanîkirina hilbijartina dersa Kurdî kir.
HEZKURDê li ser zimanê Kurdî raporeke berfireh bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” amade kiribû û ew rapora xwe pêşkêşî Serokkomariya Tirkiyê, Parlamentoya Tirkiyê, Wezareta Navxwe û Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê û çend partiyên siyasî kiribû.
Şanda ku di serokatiya Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan de hevdîtineke ligel Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt û Cîgira Serokê Karên Hiqûqî û Siyasî Zeynep Alkiş pêk anî.
Şanda HEZKURDê ku rapora xwe ya bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” pêşkêşî Kurt û Alkiş kir, ji bo dersên bijarte yên bi Kurdî piştgirî xwest. Şandê her wiha daxwaz kir ku qedexeya li ser Kurdî bê rakirin.
Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt par hewl da ku dema dersên bijarte yên Kurdî bê dirêjkirin û ji rêveberiyên perwerdeyê yên parêzgehan xwest ku ti astengî li ber kesên ku dersên Kurdî dixwazin nemînin.
HEZKURD olarak hazırladığımız "Türkiye Cumhuriyeti'nin Kürtçe polikaları" Raporunu @Akparti genel başkanlığına sunmak üzere Akparti MYK üyesi @ab_kurt beye ve Hukuk işleri başkan yardımcısı @zeyalkis hanıma teslim ettik. Samimi ve içten karşılamasından dolayı teşekkür ediyoruz. pic.twitter.com/17SrIJvYSM
— Fevzi BULGAN (@fevzibulganHZK) January 23, 2023
Şanda HEZKURDê piştre bi Parlamenter Stenbolê û Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Mehmet Bekaroglu re hevdîtin kir.
Şandê rapora "xwe radestî Bekaroglû kir, da ku pêşkêşî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû bike.
HEZKURD olarak hazırladığımız "Türkiye Cumhuriyeti'nin Kürtçe polikaları" Raporunu @herkesicinCHP başkanı sayın @kilicdarogluk a sunmak üzere Genel başkan yardımcısı sayın @MBekaroglu na teslim ettik.
— Fevzi BULGAN (@fevzibulganHZK) January 23, 2023
Kendisine "ENA PİRİ İYARE" pic.twitter.com/puoWiAbM3Y
Di rapora xwe de HEZKURD bal kişandine ser polîtîkayên ku ji destpêka avakirina komara Tirkiyê ve li dijî zimanê Kurdî tên meşandin û daxwaz kirine aliyên peywendîdar xwedî li wan mafên ku di warê ziman de dane derbikeve û çavdêriya wan bike.
Rapor destpêkê bi zimanê Tirkî hatiye nivîsîn û piştre jî bo zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî û Ingilîzî hatiye wergerandin.