HEZKURDê rapora zimanê Kurdî pêşkêşî AKP û CHPê kir

24-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî HEZKURD AK Partî CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) rapora xwe ya derbarê zimanê Kurdî de pêşkêşî  AK Partî û CHPê jî kir. HEZKURDê ji herdu partiyan daxwaza piştevanîkirina hilbijartina dersa Kurdî kir.

HEZKURDê li ser zimanê Kurdî raporeke berfireh bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” amade kiribû û ew rapora xwe pêşkêşî Serokkomariya Tirkiyê, Parlamentoya Tirkiyê, Wezareta Navxwe û Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê û çend partiyên siyasî kiribû.

Şanda ku di serokatiya Koordînatorê HEZKURDê Fevzî Bulgan de hevdîtineke ligel Endamê Lijneya Rêveber a Biryara Navendî ya AK Partiyê Abdurrahman Kurt û Cîgira Serokê Karên Hiqûqî û Siyasî Zeynep Alkiş pêk anî.

Şanda HEZKURDê ku rapora xwe ya bi navê “Polîtîkayên Komara Tirkiyê yên ji bo zimanê Kurdî” pêşkêşî Kurt û Alkiş kir, ji bo dersên bijarte yên bi Kurdî piştgirî xwest. Şandê her wiha daxwaz kir ku qedexeya li ser Kurdî bê rakirin.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurrahman Kurt par hewl da ku dema dersên bijarte yên Kurdî bê dirêjkirin û ji rêveberiyên perwerdeyê yên parêzgehan xwest ku ti astengî li ber kesên ku dersên Kurdî dixwazin nemînin.

Şanda HEZKURDê piştre bi Parlamenter Stenbolê û Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê  Mehmet Bekaroglu re hevdîtin kir.

Şandê rapora "xwe radestî Bekaroglû kir, da ku pêşkêşî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû bike.

Di rapora xwe de HEZKURD bal kişandine ser polîtîkayên ku ji destpêka avakirina komara Tirkiyê ve li dijî zimanê Kurdî tên meşandin û daxwaz kirine aliyên peywendîdar xwedî li wan mafên ku di warê ziman de dane derbikeve û çavdêriya wan bike.

Rapor destpêkê bi zimanê Tirkî hatiye nivîsîn û piştre jî bo zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî û Ingilîzî hatiye wergerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst