Tifaq Ked û Azadiyê îro nexşerêya hilbijartinê gotûbêj dike

24-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tifaqa Ked û Azadiyê îro Sêşemê bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dicive û dê di civînê de nexşerêya hilbiartinê ya wê tifaqê bê gotûbêjkirin.

Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Partiya Kedê (EMEP) û Federasyona Encumenên Sosyalîst (SMF) pêk tê, îro Sêşemê 24ê Çileya 2023an civînekê saz dike û biryar e di civînê de nexşerêya wê tifaqê ya ji bo hilbijartinê giştî yên îsal bê gotûbêjkirin.

Li gor zanyariyan, dê di civînê de gotûbêj li ser wê yekê jî bên kirin ku ka Tifaqa Ked û Azadiyê dê di hilbijartinan de berbijêrê xwe bo postê serokkomar derxe yan. Herwiha mijara beşdariya partiyên tifaqê ji kîjan navçeyên hilbijartinê jî yek ji rojevên sereke yên civînê ye.

HDPê duh Duşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê wê civînê de peyamek belav kiriye û dibêje: “Sibe (24ê Çile) em dê Civîna Grûba xwe ya Parlamentoyê bi hevberdevkên Tifaqa Ked û Azadiyê û bi beşdariya hevserokên giştî pêkbînin. Em dê bi hevre bo hejarî, şer û guvaşan bibêjin bes e.”

Tifaqa Ked û Azadiyê, hevpeymaniyeke siyasî ye û di 24ê Tebaxa 2022 de bi pêşengiya HDPê ji bo hevahengiya hilbijartinên giştî yên sala 2023 hatiye avakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst