Li Firokexaneya Stenbolê beşa kargo hilweşiya

24-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê beşê Turkish Cargo yê Firokexaneya Stenbolê ji ber berf û bahozê hilweşiya û dîmenê wê li ser medyaya civakî hatin belavkirin.

Rawêjkarê Ragihandina Kompanya Rêyên Asmanî yê Tirkiyê (THY) Yahya Ustun li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek belav kir û got: “Li Firokexaneya Stenbolê li beşê me yê Turkish Cargo ji ber berf û bahozê serban hilweşiya. Di encama bûyerê de ti hevkarê me zirar nedîtiye û em rewşê dişopînin.”

Ligel daxuyaniya berpirsê kompanyayê di dîmenan de tê dîtin ku kesek dema dixwaze xwe rizgar bike nikare û di bin serbanê hilweşiyayî de dimîne.

Dîmenên bûyerê ji aliyê hejmarek welatî li ser medyaya civakî hatin belavkirin û hikûmeta AK Partiyê jî hat rexnekirin. Lê berpirsên firokexaneyê dibêjin ev terminal nayê bikaranîn.

Firokexaneya navdewletî ya Stenbolê sala 2018an hate vekirin  û serê sala 2019an dest bi kar kir û salane nêzîkî 90 milyon kesan bi rêya vê firokexaneyê geştên xwe dikin.

Li gor plansaziya Rêyên Asmanî yê Tirkiyê di nav 10 salan de hejmara geştyarên ku Firokexaneya Stenbolê bikarbînin dê bibe 200 milyon kes.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst