MAK: Dengên Tifaqa Millet ji yên Tifaqa Cumhur zêdetir in

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya MAKê, rêjeya dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê %39,5 in û rêjeya dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê %39,1 in.

Kompanyaya Rapirsiya MAKê, encamên rapirsiya xwe ya di meha Çile de eşkere kir.

Li gor encaman dengên partiyan wiha ne:

AKP: %31.9

CHP: %24.4

ÎYÎ Partî: %15.1

HDP: %9.3

MHP: %7.2

Partiya DEVA: %3.4

Partiya Pêşerojê: %2.6

Seadet: %1.3

HUDA PAR: %0.9

Yên din: %3

Li gor beşdarvanan pirsgirêkên serekî yên Tirkiyê, “Aborî, bihabûn û bêkarî”, “Edalet”, “Rewişt” û “Perwerde” ye.

Serokê Kompaniya Rapirsiya MAKê Mehmet Ali Kulat da zanîn ku bihabûnê dengên AKPê kêm kirine û got: “Piştî serê salê bihabûnên ku çavkaniyên wan dewlet in, çêbûn. Benzîn, elektrîk û gaz rasterast ji aliyê dewletê ve hat zêdekirin. Vê bihabûnê dengên AKPê kêm kirin. Pêştir dengdêrên AKPê diçûn MHPê. Niha diçin ji Tifaqa Millet re. Diçin ji ÎYÎ Partî, Partiya DEVA û Partiya Pêşerojê re.”