Doza Denîz Poyraz birêve diçe: 'Êrişeke plankirî bû'

Hewlêr (Rûdaw) - Duyemîn rûniştina doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz ku di êrîşa ser baregahê HDPê yê Îzmîrê de hatibû kuştin, îro 24ê Çileya 2022an li Şeşemîn Dadgeha Cezayên Giran a Izmîrê tê kirin. Hevserokê HDPê jî dibêje, “Êrîşa ser avahiya HDPê plankirî bû û armanc ew bû ku gelek kesan bikujin.”

Onur Gencer ê 27 salî 17ê Hezîrana 2021ê demjimêr 11:05 li navçeya Konakê, êrişî avahiya HDPê kiribû û Denîz Poyraz kuştibû.

`Êriş plankirî bû`

Yekemîn rûniştina doza kuştina Denîz Poyraz, 29ê Kanûna 2021ê birêve çûbû. Duyemîn rûniştina doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz îro 24ê Çileya 2022an li Şeşemîn Dadgeha Cezayê Giran a Izmîrê birêve diçe.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û hinek parlamenter û endamên HDPê ji bo beşdarî dozê bibin, li Îzmîrê ne.

`Dadmendî nebe, aştî nabe`

Hevserokê HDPê Mithat Sancar berî destpêkirina dozê axaftinek pêşkêş kir û ragihand, “Êrîşa ser avahiya HDPê plankirî bû û armanc ew bû ku gelek kesan bikujin. Banga me bo hemu kesên daxwaza edalet û wekheviyê dikin: Eger em tenê ji bo xwe edaletê bixwazin, em ê bibin sedema bihêzbûna vê sîstemê.

Di dewama axaftina xwe de Mîthat Sancar dibêje, “Êrîşa dijî HDPê û Denîz Poyraz, êrîşên ser aşitiyê ne. Li cihê ku dadmendî nebe, aştî jî nabe, eger aştî nebe demokrasî jî nabe. Êrîşa ser Denîz Poyraz êrîşeke sîstematîk bû. Saziyên ewlehiyê ji destpêkê ve xwestin ku rastiyê veşêrin. Em ê dijî bêedaletiyê bi hev re tekoşînê bikin.”