Efserekî Tirk bibû şirîkê qaçaxçiyên koçberan!

24-01-2016
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê qereqola çavdêriya deryaya Ege ya Tirkiyê, ji ber ku bertîl ji qaçaxçiyên koçberan distand, hat girtin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, fermandeyê qereqola deryaya Ege li navçeya Seferîhîsarê ya bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê, R.A., bi tohmeta ku bertîl û pere ji qaçaxçiyên koçber û penaberan distand, hat girtin.

Li gorî agahiyan, wî efserê pilebilindê Tirk, serê her koçberekî 100 dolar û serê her komek koçber jî 3 hezar dolar distand û rê ji qeyîkên koçberan re vedikir.

Hat gotin ku heyama 5 mehan, tevahiya karên wî efserê Tirk di bin çavdêriya îstixbaratê de bûye û piraniya wan jî bi dîmenên vîdyoyî hatine belgekirin.

Tê zanîn ku ji par havînê ve heta niha, bi dehan koçber û penaberên ku bi qaçaxî ji Tirkiyê derbasî Ewropa bibin, di deryaya Ege de xeniqîne. Herî dawî, bi dehan welatiyên Başûrê Kurdistanê di wê deryayê de xeniqîn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst